Kurê Demîrkiran, Mustafa Demîrkiran piştî ku dibistan dikevin betlanê bi bavê xwe re kamyoneta xwe digirin û bajar bi bajar digerin. Mustafa diyar dike ku ew gelek kêfxweşike ku alîkariyê die bavê û her wiha destnîşan dike ku ji bo dibistanê jî xwe amade dike.
Salîh Demîrkiran jî ji alîkariya kurê xwe gelek kêfxweş e û wiha dibêje: “Ji dibistanan re demeke kin ma. Alîkarê min yê herî mezin kurê min e. Di her warî de alîkariyê dide min. Gelek fêdeya wî ji bom in heye. Heta dibistan vebe em bi hevre dixebitin. Dema dibistan vebin Mustafa dê biçe Elezîzê û dest bi dibistana xwe bike.
Ez jî heta destpêka zivistanê dê bixebitim. Em bi roj li taxan digerin û overloqê dikin. Bi êvaran jî em diçin petrol an jî tesîsan em tezgaha xwe ji bo xwe dikin nivîn û li ser radikevin. Her çiqas jiyana me zehmet be jî em pereyê nanê xwe derdixin. Rojê herî kêm em 100 metre overlok dikin. Ez 3 salin debara malbata xwe bi vî awayî dikim.
ANF/BEDLÎS