Di demekê de ku tifaqa neteweyî di nava Kurdan tê minaqeşekirin, biryarên girîng ên mîna Kongreya Neteweyî û birêvebirina referandumê di rojeva Kurdan de ne, dewleta Tirk di teskereya xwe ya şerê li dijî Kurdan de Kurd hemû kirin yek û ew wwek dijminên “cudakarên etnîk” sinifandin.

Hikûmeta AKP’ê çarçoveya teskereya pêşkeşî meclîsê bike, fireh kir. Bi awayekî ku PKK, YPG, PYD û partiyên Herêma Kurdistanê jî lê bên zêde kirin, di teskereyê de kurd wekî “cudakarên etnîk” hatin binçavkirin. 

 

Stratejiya dij Kurd a dewleta Tirk

Hikûmeta AKP’ê piştî civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Dewleta Tirk  (MGK) û Civîna Desteya Wezîran wê daxwaza teskereyê bîne meclîsê Tirk a li Enqerê. 

Meclîsa ku bi awayekî awarte wê kom bibe wê biryara teskereyê niqaş bike. Di daxwaza teskereye de Kurd weke kesên cudakarê etnîk hatin pênasekirin. Di daxwaza teskereyê de ev nihêrînên dijminê Kurd derketin pêş: 

Welatê cîranê Tirkiye Iraq, yekparebûna erda wê girîng e. Parastina amarî û îstîqrara neteweyî girîng e. Li aliyê din, hebûna PKK û DAIŞ’ê li Iraqê hewldanên li ser cudakariya etnîkî ne. Ev aramî û aştiya welatê me dixe talûkeyan û gefan lê dixwe. Di serî de rêxistinên wekî PKK/PYD-YPG û DAIŞ, rêxistinên li Sûriye hebûna xwe dewam dikin, li dijî welatê me çalakiyên wan didomin. Di çarcoveya van bûyeran de teskere xwedî girîngiyeke heyatî ye, ji bo parastina yekîtiya xaka Iraq û Sûriyeyê li dijî hebûnên ku ewlehiya neteweyî dixin tehlûkeyê, di çarçoveya mafê hiqûqî yê navneteweyî de û ewlehiya neteweya xwe.” 

 

Dikare êrîşî Başûrê Kurdistanê bike 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî der barê teskereya îro bê ber destê Meclîsa dewleta Tirk a dagirker de, got “Teskereya ku bê erêkirin dê li derveyî sînorê Başûrê welatê me û hemû hebûnên gefan li welatê me dixwin, yekîtiya neteweyî tehdît bike, mafê destwerdanê dide me. Wî mafê dide me ku eskeran bişînin, dide me.”  Di teskereyan de berê PKK sedem dihat nîşan dan û di meclîsê re dihat derbaskirin. Teskereya li dijî Rojava û Iraqê berê bi erêkirina AKP, MHP û CHP’ê hatibû qebûlkirin. Berê tenê HDP li dijî biryara teskereyê derketibû, çav li rê ye îro jî tenê HDP li ber teskereyê rabe. 


 ENQERE