Ehmed Feteh di nava 29 salan de qederê 40 hezar mayîn rakirin û herdu destê xwe û çavekî xwe ji dest dan. Lê, hîn bi cesaret karûbarên xwe dike û rojene li zozanên herêma Raperîn ji bo debara jiyana xwe şivaniyê dike. Ehmed Feteh got, wî ji bo dilsoziya xwe ya bi gel re xizmet kiriye.
Ehmed Feteh ê 62 salî ye, di nava 29 salan 40 hezar mayîn rakirin, rojekê mayînek pêve teqiya. Ji ber teqîna mayîna herdu destên xwe û çavekî xwe ji dest da. Feteh karê xwe yê şivaniyê jî weke karekî pîroz pênase dike. Ehmed ji helwesta hukûmeta herêmê ya li hemberî gaziyan jî nerazî ye.
ROJNEWS / RANYA