
LUQMAN GULDIVÊ
Li paytexta Belçîkayê Brukselê, li avahiya Parlemana Ewrûpayê, îsal ji bo cara 14´an 6 û 7´ê Kanûnê Konferansa Navneteweyî ya li ser mijara “Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” bi rê ve çû. Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê (EUTCC) bi pirranî oragîzatoriya wê dike û bi piştgiriya komên Çepa Yekgirtî ya Ewrûpî / Çepa Kesk a Bakur (GUE/NGL), Kesk li Parlemana Ewrûpayê (The Greens) û koma Hevgirtina Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) îsal jî konferansê li dar dixe.
Di nava hamiyên konferansê de ji Desmond Tutu (xelatgira Nobela Aştiyê), Şîrîn Ebadî (xelatgirê Nobela Aştiyê), heta bi Simon Dubbins (Rêveberê Buroya Karên Navneteweyî ya Sendîkaya UNITE li Ingilistanê) û Jonathan Steele (rojnamevanê dinyadîtî li ser mijarên karê derve û nivîskar) hene. Îsal di panela yekem de mêvanê rûmetê, Dough Nicholls bû, ku sekreterê giştî yê Federasyona Giştî ya Sendîkayên li Meliktiya Yekbûyî (GFTU) ye.
Aliyê rûtîn ên konferansê mirov li aliyekî bihêle, mirov dibîne, ku li bin banê avahiya Parlemana Ewrûpayê, nexasim jî bi awayekî eşkere û xurt fikra azadkirina Ocalan hat îfadekirin; arguman li gorî bereya siyasî ya beşdaran biguherin jî, hemûyan li ser wê dikarî li hev bikin, ku ji bo îstîqrara li Rojhilata Navîn û aştiyeke mayinde ya muhtemel, di navbera Kurdan û dewleta Tirk de, tenê bi azadkirina Ocalan mumkin e. Di serî de mêvanê rûmetê yê konferansê Doug Nicholls, hevpîşeyê wî ku du roja duyem a konferansê de peyivî, Simon Dubbin ê Birêveberê Karên Navneteweyî yê sendîkaya UNITE, û ji beşdarên keskesoreke berfireh a siyasî ev fikr îfade kirin. David Phillips ê ku bêhtir xwedî fikreke muhafezekar e û rêveberê Bernameya Avakirina-Aştiyê û Mafê Mirovan e li Zanîngeha Columbia, hem behsa girîngiya azadiya Ocalan kir û hem jî got, divê êdî NATO û Emerîka Tirkiyeyê ne weke hevparekî, hevgirekî bibînin; li gorî wî “Tirkiyeyê îro serî li endametiya NATO´yê bidaya, wê bihata redkirin.”
Têkoşîna azadiya jinê mînak e
Di roja duyem a konferansê de Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Foza Yusif a ku bi rêya girêdaneke Skypê beşdarî konferansê bû, bal kişand ser têkiliya di navbera azadiya jinê û têkoşîna azadkirina civakê bi temamî, û behsa wê yekê kir ka bi çi rengî ev têkoşîn xwe li Rojava dide der. Li ser pirsekê jî wê ta bi derziyê ve kir û got, “Deverên Federaliya Demokratîk ên ji mêj hatine rizgakirin, di hemû astên xwerêberiyê de jin herî kêm nîvî bi nîvî temsîla xwe dibînin, di nava van de herêmên Ereban jî hene û jin û mêrên Ereb jî, piştî ku birêveçûna vê sîstema azadiya jinê li bingeha xwe datîne, dibînin, wê hembêz dikin. Li bajarên ji mêj ve hatî rizgarkirin ên pirraniya wan Ereb, ên mîna Girê Spî, Şedadê û her wekî din, ev sîstem hem rûniştiye û hem jî hatiye qebûlkirin.” Rojnamevan û nivîskara Brîtanî Rahila Gupta jî hem behsa tecrûbeyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê kir û got, “Em li seranserê dinyayê dikarin ji pratîka li cih ê cih a li Bakurê Sûriyê fêr bibin, wan bi jin û bi mêr karîn di demeke kurt de hem di temsîlê de û hem jî di hemû astên rêveberiyê de jinan bikin xwedî hêza siyasî.”
Seferberî ji bo azadiya Ocalan
Di du panelên paşê de jî mijarên, “Piştî rizgarkirina Reqayê bicihkirina aştî, demokrasî û mafê mirovan” û “Ji bo mirovahiyê hêviyeke nû û ji bo guhertinê Modela Konfederalîzma Demokratîk” hatin minaqeşekirin. Di rûniştina panela yekem de ji Başûrê Efrîkayê, mamosteyê zanîngehê û serokê bipêşketina akademîk li Zanîngeha Western Capeê û Sekreterê Giştî yê Koma Çalakiya Mafê Mirovan a Kurd li Başûrê Efrîkayê, Mahmoud Patel îşaret bi nuqteyên newekhev û wekhev ên têkoşîna li dijî rejîma Appartheid li Başûrê Efrîkayê û yên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd li dijî dagirkeriya Tirk kir û got, “Heger alî dest bi hevdîtin û mizakerayan bikin, ya muhim ew e ku nehêlin hêzên ji derve mudaxilî biryardayîna lihevkirin û aştiyê bibin. Divê alî biryarên xwe bidin, aliyên sêyem tenê dikarin çavdêr bin.” Bi van gotinan jî îşaret pê kir, heger ne wisa be, siberojê jî ev hêz wê dest li aştî/aloziyê werdin. Di heman rûniştinê de ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica behsa êrişên li dijî Ocalan, dorlêgirtina wî û binpêkirinên mafê wî kir û got, CPT erka xwe pêk nayîne û banga hestiyariyê li Parlemana Ewrûpayê jî kir. Li ser vê bangê moderatora panelê parlemantera Parlemana Ewrûpayê Marie-Christine Vergiat got, ew ê hefteya li pêş biçe Strassbourgê bi rayedarên CPT´yê re rûne, û vê hestiyariya xwe û Tevgera Azadiya Kurd bigihîne wan. Di heman çarçoveyê de Simon Dubbins behsa kampanyaya azadiya Ocalan bi armanca ku 2019´an azad bibe kir û got, “Ne tenê sendîka, ne tenê çepgir, rastgir jî dikarin xalên hevpar bibînin. Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên girîng wê rê veke. Bi ya min Ocalan ji bo çepgirên dinyayê ku piştî hilweşîna Sovyetan, bêyî modeleke muhtemel man, bi Ocalan bûn xwedî kulliyateke nû. Divê ew karibin lê xwedî derkevin. Lê ne tenê çepgir, ew kesên ku dixwazin gel, dîn û civakên cihê bi hev re bijîn, dikarin destekê bidin kampanyaya azadkirina wî; helbet karê me hêsantir e, em hevalên xwe qaneh bikin, ji bo hevalên ji tevger û partiyên muhafezekar ew ê karekî zehmet be ku hevalên xwe qaneh bikin.” Dubbins her wiha got, Ocalan wê di dîrokê de cihê xwe bigire, weke kesê ku ev hêviya nû ji bo dinyayê afirandî, bi perspektîfeke ji dewletê û wêde.
Danezana beşdarên konferansê

Di dawiya konferansê de danezanek bi beşdarên konferansê re hat qebûlkirin ku ji 7 xalên sereke pêk hat. Mirov dikare xalên sereke bi kurtî wisa bike rêz:
* EUTCC destekê dide hêvî û perspektîfa nû ya gelê Kurd a Konfederalîzma Demokratîk û bang li hevalên xwe dike ku destekê bide vê vîzyona nû ya gelê Kurd.
* EUTCC bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê dike ku navê PKK´ê ji lîsteyên rêxistinên terorîst derxe, bi armanca PKK û Abdullah Ocalan di lihevkirineke muhtemel a çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bibin nûnerên rewa yên gelê Kurd.
* EUTCC bang li saziyên Ewrûpî, dewletên endam ên Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî, Vatican û Papa dike da ku ji dewleta Tirk bixwazin ku pêvajoya aştiyê ji nû ve bide destpêkirin, û di vê çarçoveyê de Ocalan û hemû girtiyên siyasî berde.
* EUTCC bang li Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dike ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê di çareseriya pirsgirêka li Sûriyê de weke aliyekî rewa qebûl bikin, lewma ew ji bo Sûriyekek demokratîk a siberojê modelekê pêk tîne.
* EUTCC şanaza pê û pesnê têkoşîna azadiya jinên Kurd dide ji bo wekheviya cinsan û bi xurtî pişta dewam wê digire.