Xwendekarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê yê dibistana kantona Frauenfelder li Swîsreyê Rami Msallam (Ramî Miselam) karê xwe yê bidawîkirina lîseyê û destpêkirina zanîngehê li ser muzîka Kurdî nivîsî û CD´yek jî ji besteyên xwe bi navê «The Exodus (Derketin)» çêkiriye.
Ew vê CD´yê weke neynika dilê xwe bi nav dike. Muzîka wî, bi ya wî şîroveyeke muzîkî ya penaberî û şer e. Di muzîka wî de brûskî, hêrs û şîn tevî têr hêviyê heye.
Wî 9 salî cara yekê guh daye muzîka Metal û xwestiye bi xwe jî ileh li vê muzîkê bixe. Beriya ku bibe koçber bi demeke kurt gîtareke xwe dikire, lê ew gîtar di dema koçberiyê de li dûv xwe hiştiye. Piştî bi çar salan gîtareke nû kirî, û pê muzîka xwe çêkir û gotin jê re nivîsîn: “Bi deng û bi gîtarê min dikarî tam îfade bikim ka halê min çi ye.” Li gorî wî, muzîk mirovan bêyî gotinan jî tîne cem hev, wan bi hev ve girê dide, lê komunîkasyona bi gotinan zehmet e: “Komunîkasyona bi axaftinê ji min re gelekî zehmet bû, li gorî ya bi muzîkê.”
Ji bo albûma xwe wî gelek awayên muzîkê ceribandin, lê bingeh Rock, Metal, Hip-Hop û muzîka rojhilatî û Kurdî ye. Karê wî yê bidawîkirina lîseyê yê ji 40 rûpelî encama karê salekê ye ku encama lêkolînan û hevpeyvînên bi gelek mirovan re ye.
BERN