Bertekên li dijî bendava Ilisû her ku diçe zêde dibin. Xwezaparêz û dîrokparêzên Tirkiyeyê û cîhanê ji bo çand û dîroka Heskîfê biparêzin û li dijî Ilisûyê nerazîbûnên xwe bînin ziman, ketin nava hewldanan. Platforma Peykeltiraşên Sînornenas ji bo balê bikşînin ser Heskîfê wê mehekê peykeran çêkin û piştî mehekê peykerên ku çêkirinê berdin nava ava Heskifê. Peykeltiraşên ku tev li 1'emîn Sempozyuma Peykeltraşan a Navneteweyî ya Heskîfê bûn, peykerên ku di nava mehekê de çêbikin dê ji bo parastina Heskîfê xebatê bimeşînin. Platform, di 1'ê Îlonê de li tenişta Çemê Dîcleyê 1'emîn Sempozyuma Peykeltraşan a Navneteweyî ya Heskîfê dest bi çêkirina peykeran kirin. Ji Ermenistan, Misir, Ukrayna, Gurcîstan, Arjantin, Sûriyeyê, başûrê Kurdistanê, Almanya û Tirkiyeyê 4 jê jin bi tevahî 12 peykeltiraş tev li xebatê bûn. 12 peykeltirajên tev li xebatê bûn hemû serbixwe û ji hev cuda peykeran çê dikin û dê li ser koçberî, wêranî, talankirin û xwezayê peykeran çêbikin.
Peykeltraşê bi navê Sait Zaim Keleş, diyar kir ku ew berhemên ku ava bikin dê li dijî Bendava Ilisûyê ji bo parastina Heskîfê berdin nava ava Dîcleyê û wiha got: "Em ji 1'ê Îlonê heta niha li vir in. Dê mehekê xebatên me berdewam bike. Ev xebat di cîhanê de projek yekem e."
Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Şiyarbar Epozdemîr jî ani ziman ku bendava ku li Heskîfe pêk bê dê dîrok, çand û nirxên 10 hezar salan di bin avê de bihêle û wiha got: "Em 12 hunermend li vir dixebitin. Ji bo ku dîrok di bin avê de nemîne bila peykerên me di bin avê de bimînin."
Peykertraj Mehtap Baydu jî anî ziman ku kev xeba ji bo wan keyfxweşiyek e û armanc dikin ku xwezayê û dîrokê biparêzin.
DÎHA/ÊLIH