Di 28’ê kanûna 2012’an de 4 balafirên şer li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê bombe barandin û 34 welatî qetil kirin. Di ser bûyerê re 41 roj derbas bû. Li Stenbolê 100 kesên di navde parêzer, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî hene, ji bo der barê berpirsiyarên komkujiya li Roboskê de serlêdana sûc bikin û berpirsiyar bên darizandin li Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê 100 kesan serlêdana sûc kir. Komê di çalakiyê de pankarta "Ji bo berpirsiyarên komkujiya Qilebanê bên darizandin em edaletê dixwazin" vekir û dirûşmeyên "Bila Serokwezîr Erdoğan hesab bide" û "Dewleta qatil hesab bide" û "Qatil diyar in bila hesap bê pirsîn" berz kirin. Li ser navê kesên serlêdana sûc kirin Endamê Lijneya Rêveberiyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Gencay Gursoy, anî ziman ku komkujiyî ji aliyê TSK’ê ve pêk hatiye.
Gursoy, anî ziman ku di vê komkujiyê de dewletê welatiyên xwe qetil kir û wiha got: "Komkujiya Roboskê û Dêrsimê dişibe hev. Di vê komkujiyê de welatiyên Kurd hatine qetilkirin. Em dixwazin berpirsiyarên ku Serokwezîr Erdogan û Serfermadar Ozel jî di navde ye bên darizandin û cezakirin."
Seroka Giştî ya ESP’ê Figen Yuksekdag jî anî ziman ku dewletê li Qilebanê welatiyê xwe kuştiye û komkujî pêk anîye. Yuksekdag, anî ziman ku komîsyona ku ji aliyê meclîsê ve hate avakirin û çû herêmê, ne ji bo ronîkirina komkujiyê, her wiha ji bo sergirtina bûyerê çûne herêmê. Yuksekdag, bilêv kir ku hikûmet berpirsiyariyê qebûl nake û wiha berdewam kir: "Divê hikûmet bi lezgîn lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û hesab bide."
100 kesan serlêdan kir
Piştî daxuyaniyê 100 kesan daxwazname dan dozgeriya komarê û xwestin der barê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Serfermandarê Giştî yê Arteşê Necdet Ozel, kesês îstîxbarat bi dest xist û ferman da komkujiya li Gundê Roboskê doz bê vekirin û bên darizandin.
Kesên daxwazname dan wiha ne: Nivîskar Ayşegul Akiş Devecîoglu, Erdogan Aydin, Nuray Sancar, Ozcan Sapan. Hunermend; Yusuf Çetin, Yasemin Goksu, Seza Saroglu, Julide Kural, Îlkay Akkaya, Hîcrî Îzgören. Akademîsyen; Gençay Gursoy, Ahmet Tokmak, Erol Katircioglu, Meryem Koray, Sezaî Temellî, siyasetmedar Şamîl Altan, Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Endame Reveberiya navendî ya TKP’ê Aydemir Guler, Berdevkê Meclisa Aştiyê Hakan Tahmaz, Seroka Giştî ya Mala Gel Îlknur Birol, Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş. Hiqûqnas Ercan Kanar, Ergin Cinmen, Serokê Vakfa Çanda Haci Bektaşi Velî. Ercan Geçmez jî di navde 100 kesan daxwazname dan dozgeriyê û serlêdana suc kirin.
DÎHA/STENBOL