Li Silêmanî ji bo Diyar Xerîb konê sersaxiyê hat danîn. Gelek kes, sazî û rêxistin çûn serdana konê sersaxiyê û gotin şehadeta Diyar Xerîb ji bo Kurd û Kurdistanê xisareke mezin e.

Ji bo Endamê Konseya serokatiya giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb konê sersaxiyê li mizgefta Ehmedê Hecî Elî ya Silêmanî hatî danîn. Ji çar aliyên Kurdistanê welatî, nûnerên partiyên siyasî, bawerî, rojnamevan, hunermend û kesayetên Kurd tevlî merasîma sersaxiyê bûn. Her wiha Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir, endamên mekteba siyasî ya YNK’ê, endamên komîteya pêwendiyan a YNK’ê û şandeyek qelebalix ji wargeha penaberan a Mexmûrê jî tevlî sersaxiyê bûn û xemgîniya malbatê û KCK’ê parve kirin.

Hêrsa têkoşînê li pêş bû

Li cihê taziyê peyamên li dijî nokerî û xizmetên ji dagirkeriya Tirk re hatin dayîn, hate xwestin ku daxwazên Diyar Xerîb yên ji bo bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê were pêkanîn. Her wiha banga xwedîderketina li pêşengê şoreşger yê Başûrê Kurdistanê hate kirin. Di merasîmê de xemgînî, hêrs û daxwaza bilindkirina têkoşîna li pêş bû.

Li aliyê din gelek sazî û rêkxistinên siyasî jî bi peyaman Diyar Xerîb bi bîr anî. Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê, Rêxistina Yarsan a Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê û Hizba Demokrata Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê  ji bo şahadeta Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û gerîlayên li gel sersaxî ji malbatên wan, gelê Kurd û endamên KCK’ê re xwestin.

Dest ji hevkariya dewleta Tirk berdin

Di peyama Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê û Rêxistina Yarsan a Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê de wiha tê gotin; “Em şehadeta  serkirde û têkoşerê dilsoz û dêrin Diyar Xerîb  ji bo gelê Kurd û welatê wekî xisareke mezin dibînin. Ji destdana têkoşerên weke Diyar Xerîb em weke birîneke mezin dibînin ku pêçana wê karekî gelekî zehmet e, û bi hêsanî nayê pêçan jî. Em tevî mehkûmkirina êrişên dewletên dagirker û dijmin ên li ser Başûrê Kurdistanê û gerîlayên Kurdistanê yên li çiyayê Qendîlê, daxwazê ji tevahiya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û bi taybet Mesûd Barzanî dikin ku li hemberî êriş û wêrankirina dewleta Tirk û desthilata AKP’ê bêdengiyê bişkênin û dest ji hevkariya dewleta Tirk berdin.”

Çareserî ne şer e

Di peyama Hizba Demokrata Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê de jî wiha tê gotin; “Em weke HDK ji ber bûyera ji destdana Diyar Xerîb sersaxiyê ji Konseya Serokatiya KCK’ê û malbata wî re dixwazin. Mixabin, demek dirêje sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tên bombebarankirin, ji derveyî ziyana madî jiyana xelkê sivîl ê vê herêmê xistiye bin metirsiyê. Mixabin heta niha hejmarek welatiyên sivîl şehîd bûne.

Em di wê baweriyê de ne ku bi şer, siyaseta înkar û îmhayê pirsgirêka Kurd çareser nabe. Lazim e ku bi diyalog û guftûgo mafê gelê Kurd bê dayîn.  Lewma em bang dikin ku niha herdu alî rûnin li ser maseya goftûgoyê û bi aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, da ku ti têkoşer û sivîlên din şehîd nebin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Jiyaneke mişt şoreş û têkoşîn: Diyar Xerîb

   

Civakên êş kişandî ewledên weke pola diafrînîn. Jiyan û çîroka her şoreşgerekî/e Kurdistanê bi serê xwe romaneke û hêjayî nivisandinê ye. Yek ji wan lehangan jî Diyar Xerîb bi nasnav Helmet e.

Diyar Xerîb di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Diyar Xerîb li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û dibistana seretayî û amadeyî li Silêmaniyê temam dike. Piştre Beşê Fizîkê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê diqedîne.

Ji ber ku li herêma gundê wan baregehên pêşmergeyan hebû, dema li wir dimîne fêrî jiyana pêşmergetiyê dibe. Bi vê riyê ruhê nîştîmanpewerî li gel wî çêdibe.

Birayek wî yê bi navê Dilêr di Raperîna sala 1991’an de li Kerkûkê şehîd dibe. Şahadeta birayê wî bandoreke mezin lê dike.

Diçe gel Rêber Abdullah Ocalan

Di navbera sala 1988 û 1991’an de valahiyek di xebata siyasî ya Başûrê Kurdistanê de çêdibe. Diyar Xerîb di vê demê de navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Ocalan dibihîse. Piştî raperîna bihara 1991’an a Başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û îdeolojiya PKK’ê nas dike. Lewma ji sala 1992’an ve nêzî rêxistina PKK’ê dibe û di sala 1995’an de bi fermî dibe endamê PKK’ê.

Bihara sala 1997’an ji bo beşdarî perwerdeya li gel Rêber Abdullah Ocalan bibe tê hilbijartin, lê ji ber ku operasyona dewleta Tirk destpê dike, çend mehan di nava şer de dimîne. Piştî ku operasyon bi dawî dibe, di Cotmeha 1997’an de diçe li gel Rêber Abdullah Ocalan.

Min pirtûkên Serok Apo xwend

Diyar Xerîb der barê  mayîna xwe ya li gel Ocalan û akademiyê wiha dibêje:”Berî ku peywendiyê li gel refên PKK’ê bikim, min çend pirtûkên Serok Apo xwend. Ango bi fikrên Ocalan ve hatim girêdan, lê dîtina wî ji bo min tiştek cuda bû. Ji derveyî gotinên wî, ez ji tevgerên wî gelek tişt fêr bûm. Xala bi hêz a Ocalan ew e ku tiştekî veşartî nebû. Her tişt eşkere digot. Tişta ku ji me re digot, ji her kesî re digot, li ser kanalên ragihandinê jî digot.”

Erkên xwe yên mîlîtanî pêk dianî

Diyar Xerîb di nava Tevgera Azadiyê de gelek wezîfe hilgirtin û mora xwe li bin gelek xebatên pîroz danî. Di sala 2002’an de li gel hejmarek hevalên xwe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) damezirandin. Ji sala 2008’an heta 2014’an weke serokê PÇDK’ê kar kir. Ji sala 2014’an ve jî weke Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê erkên xwe yên mîlîtanî pêk dianî.

Diyar Xerîb di roja 5’ê Tîrmehê de li gel du hevalên xwe bi navê Şahîn û Dewran li Binarê Qendîlê di êrişa hewayî ya balafirên artêşa Tirk de şehîd bû. KCK’ê ragihand ku Diyar Xerîb û hevalên xwe bi pîlanekî hevbeş a xiyanetkar û bêbext a dewleta Tirk şehîd bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN