Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê bi armanca piştgiriya bi çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê re ku li pêşiya avahiyên CPT û Konseya Ewrûpayê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan bi rê ve diçe, li pêşiya avahiya rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) çalakiyek hat lidarxistin.  

Meclîsa Jinan a Sêvê pêşengiya çalakiyê kir û armanca çalakiyê ew bû ku balê bikişîne ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di tevahiya çalakiyê de li pêşiya avahiya AI´yê ku ji saet 12:00´an heta 20:00’an dewam kir, belavok li gel nepoxên wêneyên Ocalan li ser wan, hatin belavkirin. 


ANF / KOPENHAGEN