Dewriyeyên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li aliyekî, li aliyê din jî dewriyeyên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê jî li ser sînorê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li bakur û rojavayê Minbicê didomin.

Piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Minbicê, nuqteya hevpar di navbera hêzên Rûsya û hêzên rejîmê û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ji nû ve hatin aktîfkirin, piştî ku YPG`ê daxuyaniyek da û xwest hêzên rejîmê parastina ewlekariya sînorê Minbicê bikin, hêzên rejîmê hêzên xwe li herêmê zêde kirin.

Di vê çarçoveyê de dewriyeyên leşkerî yên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên koalîsyonê de li aliyekî û dewriyeyên hevpar di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê de jî li aliyekî din, dewam dikin. Dewriyeyên Koalîsyona Navneteweyî rewşa aliyê bakurê bajarê Minbicê dişopînin û dewriyeyên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li aliyê rojavayê bajêr di nava gundên rojhilatê Babê de dewam dikin.

Rêya dewriyeyan

Dewriyeyên hevpar ên Meclisa Leşkerî ya Babê û Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li nav gundên rojhilatê bajarê Babê digerin. Dewriye ji seat 10:00’ê sibehê ji bajarokê El-Erêma heta gundê Kor Hîyok bi Kawkelî, Cib Mexzûm û El-Têhiyê diçin.

Li aliyê bakurê bajarê Minbicê jî seat 09:00’ê sibehê dewriyeyên Koalîsyona Navneteweyî ji qada xwe li gundê Iwseclî yê başûrê rojavayê Minbicê ber bi sînorê bakurê bajarê Minbicê ve diçin, dewriye di kolanên bajêr re ber bi noqteyên çavdêriyê li aliyê bakurê bajêr heta rêya Cerablusê û gundê Ereb Hesen ve diçin.

 

ANHA / MINBIC