Bi wesîleya Newrozê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hin biryar dan.
Fermandariya Giştî bi daxuyaniyekê biryar ji raya giştî re eşkere kir.
Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:
“Bi hatina cejna Newrozê re, em dilsozî û baweriya xwe ji bo ax û gelê xwe nû dikin. Em soz didin şehîdên xwe da ku aştiya şêniyan, parastina wan li hember her xeterê dikin. Ji hemû gelên herêmê re bi gelemperî û gelê Kurd bi taybetî re dibêjin; her sal hûn bi xêr bin. Da ku berjewendiya giştî û ewlehî bê parastin û ti tevlihevî li herêmê di vê cejnê de dernekevin, divê hemû welatî van biryaran pêk bînin:
- Divê ti pêlîstokên agirî û teqemeniyên lîstokî bi hemû cureyan, neyên avêtin.
- Qedexe ye ku çekên takekesî bên cihên şahiyan.
- Divê her kes ji kombûnên bêrêxistinkirî dûr bikeve û agir di hundirê bajaran de neyê pêxistin.
- Qedexe ye ku bi motorsîklêtan di hundirê bajaran de bigerin. Her wiha ji hemû erebeyên mezin û sîtêrên bi hemû cureyan, gera li nava bajêr qedexe ye.”
Fermandariya Giştî da zanîn ku ev biryarên hanê jî 18´ê Adarê saet 10’ê şevê heta bi 22´yê Adarê saet 1’ê nîvrojê lê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN