Komên partiyên Kurdî di Parlamentoya Iraqê de beşa yekem a xaleke di bernameya doh ya parlametnoyê de ji rojeva parlamentoyê derxistin. Biryar bû îro di parlamentoyê de li ser nivîsandina netewe di nava nasnameyan de nîqaş çêbibe.
Li parlamentoya Iraqê civiya. Yek ji mijarên sereke nîqaşa li ser wê ku di nasnameyan de ji Şebe û Êzîdiyan re neteweyên din were gotin. Komên Kurdî li dijî vê xalê derketin, ji bo wê jî ew xal ji rojeva rûniştina îro derket. Komên Kurdî yên di parlamentoya Iraqê de nexwestin li ser vê mijarê nîqaş çêbibe û ji rojeva parlamentoyê derkeve.
Parlamenterê Kurd ê di parlamentoya Iraqê de, Adil Nûrî ji ajansa me re der barê mijarê de wiha axivî: “Me wek Kurd destûr neda ew mijar were nîqaşkirin. Ji ber ku Kurd û Şebek jî Kurd in. Dibe ku olê wan cuda be, ev cêwazî nabe sedem ku di nasnameya wan de wek neteweyên cuda werin nivîsandin. Divê wek netewa Kurd werin nivîsandin.”
Adil Nûrî got ku ji ber nerazîbûna wan nîqaşkirina li ser vê xalê ji rojeva parlamentoyê derket.
BEXDA