Hatina Kurdên Êzîdî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê ber bi bajarên bakurê Kurdistanê ve berdewam dike. Welatiyên Êzîdî yên li Deriyê Sînor ê Xaburê hatin navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin gundên Konuka, Mezra Êzîdiyan, Xanikê, Geliyê Sora û Ebşê yên Nisêbînê. 100 welatî yên hatin Nisêbînê ji aliyê şaredariyê ve li malan hatin bicihkirin. Êzîdiyên li malan hatin bicihkirin ji bo mexdur nebin Komîsyona Maseya Qrîzê ya Şengalê ji aliyê şaredarî û hevparên KESK'ê ve hat avakirin. Rayedarên Şaredariyê diyar kirin ku bi lezgînî hewcehiyên Êzîdiyan bi nivîn, balîf, beteniye, hewcehiyên ava malê û zexîre heye.


Xwe gihandin Çelê

Komek Kurdên Êzîdî jî xwe gihand navçeya Colemêrgê Çelê. Piraniya wan zarok û jin koma 38 kesan piştî rêwîtiya 7 rojan di başûrê Kurdistanê re derbasî Colemêrgê bû. Komê di ser gundê Orê yê sînorê başûr û bakur derbasî herêma Colemêrgê bû. Koma Êzîdî li gundoka Ormanli ya gundê Gundeşê ya bi ser navçeya Çelê hatin bi cîh kirin. Kom li hewşa dibistana gund hatin bi cîh kirin û alîkarî bi wan re hat kirin. Leşkerên Tirk xwestin Êzîdiyên koçber bûne dersînor bikin lê, welatiyên Colemêrgê li dijî rabûn û nehiştin kom dersînor bikin. Li ser vê yekê koma Êzîdiyan birin kampa Yekmalê ya li Silopiya Şirnexê.

3 kamyon alîkarî

Piştî ku pêr li Êlihê 2 kamyon alîkarî ji bo welatiyên Êzîdî yên li Kantona Cizîrê ya Rojava dimînin re hate şandin, 3 kamyon alîkariyên din jî niha ji bo welatiyên êzidî yên li Zaxoyê hate şandin.  Alîkariya ji 20 ton zexîre pêk tê, li Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Êlihê li konê piştgiriyê ya ji bo Rojava, Şengal û Mexmurê hatiye vedan hatibû berhevkirin. Kamyonek alîkarî jî ji navçeya Sason a Êlihê û kamyonek alîkarî jî ji aliyê dikandarekî ku navê xwe nedaye hatiye amadekirin. Her 3 kamyonên alîkariyê yên hatin amadekirin şandin deriyê sînor ê Xabûrê ya li navçeya Silopiyê û hate hînbûn ku dê ev alîkarî bigîhîje welatiyên Êzîdî yên koçberî Zaxoyê bajarê Herema Federal a Kurdîstanê bûne.

Li Rûsya kampanya
Kurdistaniyên li bajarê Yaroslavya yê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi mijara Şengal û alîkarîdayîna şêniyên Şengalê li salona konferansê ya otela Lubeleynî civînek lidar xistin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesen di komkujiya Şengalê de hatin qetilkirin, destpê kir. Piştre li ser komkujiya li Şengalê û bûyerên li herêmê diqewimin sînevîzyonek hat nîşandan. Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev li ser rewşê axaftik kir û banga alîkariyê ji bo Kurdên Êzîdî kir. Serokê Rêxistina Parastina Mafên Kurdên Moskowayê "Mezopotamya" Refîkê Kamil jî axivî û got: “Gelê me yê Êzîdî Şengal ji xwe re wek sitargeh û cihekî pîroz dibînin. Bi sedan sal in ku li ser vê axê bi kevneşopiyên xwe jiyaye. Ji bo em xwişk û birayê xwe bi tenê nehêlin çi ji destê me tê divê em bikin.” Ji ber parastina Şengalê nekirin, helwesta PDK jî bi tundî hat şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN