Li ser Fermana 74’an li dijî Êzîdiyan li Şengalê salek û çend meh derbas bûn. Hêzên tariyê di 3 Tebaxa 2014’an de komkujiyek mezin li dijî Êzîdiyan li herema Şengala Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Ev komkujî bi kuştin, tecawizkirin û dîlgirtina bi hezarên sivîlan bi dawî bû. Her wiha bi qasî 350.000 mirov cih û warên xwe hîştin û neçarî penaberiyê bûn.

Beriya êrîşa DAIŞ‘ê Şengal heremek paşguhkirî bû. Ew bi riya serokeşîr û axayan ji aliyê PDK‘ê ve dihat kontrolkirin. PDK ji sala 2003‘an ve sîstemek paşverû û sitemkar ava kiribû. Ji Şengalê bi qasî 200.000 deng werdigirt û 6 perlemanter dişand Bexdayê. Postên rêveberî û parastinê dewrî alîgerên xwe kiribû. Civak bi tena xwe hatibû hîştin û ji aliyê olîgarşiyek eşîrî/aborî ya girêdayî PDK ve dihat birêvebirin. 


Ewê êrîşî Bexdayê bikin!

Piştî ku Mûsil di 10 meha Hezîrana 2014‘an de ket jêr kontrola DAIŞ‘ê metirsî li ser Şengalê zêde bû. Jixwe beriya wê Tilafer jî hatibû dagirkirin û Şîy ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn derbiderkirin. Bi dehhezaran berê xwe dabûn Şengalê. Bi berzbûna DAIŞ‘ê ya ku çekên artêşa Iraqê li Mûsilê talan kiribû û bajarê Reqayê yê Sûriyê jî girtibû dest, metirsî li Şengalê mezin bûbû. Lê PDK ya ku dizanîbû ku Şengal dikeve navbera Mûsul û Reqayê, her du jî navendên DAIŞ bûn, tu tedbîrên cidî ji bo parastina vî bajarî negirt. Mîna berê sîstema olîgarşîk û xapandindê berdewam kir. Bi riya sozên vala milet xapand û derfetên xweparastinê neda. PDK bi sozên ku jê re hatibûn dayin bawer dikir. Li gorî PDK, ewê çete êrîşî Bexdayê bikin û qet destê xwe dirêjî Kurdistanê û gelê Kurd nekin!


Rêxistinkirin û perwerdê 

Dema DAIŞ di 3 Tebaxê de êrîş kir, sîstema parastina ya PDK hilweşiya û hêza wê ya eskerî dest bi xwevekişînek ji nişka ve kir. Milet matmayî ma û kaosek mezin diyar bû. Sîstema PDK ya ku qaşo parastina Şengalê bi sedhezaran ji welatiyên sivîl û destvala di nav lepên çeteyan de hîşt. Encama vê “siyasetê” komkujiya ku bi serê Êzîdiyan hat û dagirkirina Şengalê bû.

Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku ev 10 sal in rewşa Şengalê dişopîne û daxwaza perwerdekirin û parastina gel û axa vê heremê dike, bi hemû hêza xwe û bê amedekirin mudaxele kir. Bi dehanhezar sivîl ji aliyê YPG‘ê ve hatin xelaskirin û bi sedan şervanên HPG ji Qendîlê bi riya Hewlerê berê xwe dan Şengal, Mexmûr û Kerkûkê. Karê ku Tevgera Azadiyê dixwest ji bo Êzîdiyan û Şengalê di 10 salan de bike, di çend rojan de hat kirin. Yekser dest bi rêxsitinkirin û perwerdekirina ciwanên Êzîdî kirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatin avakirin. Pişt re hêzên parastina Jinên Şengalê (YJŞ) û Meclisa Rêveberiya Heremê Şengalê hatin avakirin. Bi riya korîdora ku bi xwîna bi dehan Şervanên HPG û YPG hate vekirin, aliyê bakurê Şengalê ji destê DAIŞ‘ê rizgar bû û dest bi hemleya azadkirina aliyê qubleyî bajarê hate kirin. 


Her tim banga yekîtiyê kir

Hêzên HPG û YBŞ bang li hemû komên eskerî yên Êzîdiyan kir ku ew  xwe bi rêxisitin bike û tevî nava refên berxwedanê bibin. Bang hat kirin ku azadkirina Şengalê karekî netewî ye û li ser milê netewa Kurd û Tevgera Azadi a Kurdistanê dikeve, ew bi riya komên eşîr û malbatan nikare bê pêkanîn. Lê ev bang cidî nehat girtin. PDK ya ku divîyabû xwerexnekirinekê bike û hesabê xwevekişandina ji meydana şer û bi cih hîştina gel û xaka Şengalê bide, siyaseta xwe ya berê meşand. PDK dixwaze mîna berê Şengalê bi riya eşîr û axayan kontrol bike. Nakokiyên malbatî ji bo berjwendiyên xwe bikar bîne. Her weha PDK xwest bi riya belavkirina polan komên çekdar yên Êzîdiyan li dijî hev sor bike. Di encama vê siyaseta tevlihevkirinê de gelek nakokî û daxuyaniyên dijminane di vê dema dawî de derketin. Tevgera Azadiyê wek bersiv, her dem banga yekîtî û biratiyê û karê hevbeş li dijî DAIŞ‘ê kir.


Xebatên yekîtiyê bi encam bû

Pêngava azadkirina Şengalê divê bi gewde û encam bibe. Divê hemû hêzên eskerî li jêr yek serkêşiyê cihê xwe di prosesa azadkirinê de bigrin. Divê gelê Şengalê di zûtirîn dem de li cih û warê xwe vegere. Ji ber vê yekê, Tevgera Azadiya Kurdistanê çi li hundir û çi li derve, xebatek yekîtiyê meşand. Ev xebat di demên dawî de bi encam bû. Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastina Jinên Êzîdxanê (YPE) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) biryar dan ku ewê êdî di bin navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê” fermandariyeke hevbeş ava kirin. Bi vê gava dîrokî êdî hêzên Şengalê li jêr yek fermandariyekê dê tekoşînê bikin. Van hêzan alîkariya PKK, PDK û YNK xwestin, her wiha xwe mîna navnîşana Êzîdiyan û Şengalê ji bo hêzên Hevpeymana Navnetewî li dijî DAIŞ‘ê nîşan dan û diyar kirin ku ew ji bo azadkirina Şengalê muxateb in. 


PDK nakokiya eşîrî derdixe pêş

Ev gavek dîrokî bû. Jixwe ev lihevkirin piştî êrîşên YBŞ û HPG yên ku li dijî çeteyan ji 8 Cotmehê û vir ve meşandin, bi alîkariya belafirên hêzên Hevpeymanê, ku di encamê de zêdeyî 100 çeteyî hatin kuştin û Geliyê Şilo hat rizgarkrin, derket holê. Mixabin PDK ne tenê nebû beşek ji vê lihevkirinê, lê dîsa siyaseta xwe ya astengkar bi kar anî û vê carê korîdora mirovayetî ya Şengalê bi kantona Cezîrê ve girêdide, qut kir. Her wiha hin endamên xwe yên Êzîdî li dijî hêzên berxwedanê û Tevgera Azadiyê dan xebitandin, ku hinekan ji wan mîna Şêx Şamo, perlementerê PDK li Hewlerê, zimandirêjî li dijî berxwedan û keda HPG û YBŞ kir. Wiha xuya ye ku PDK hîna mîna berê dixwaze Şengalê di bin destê wê de be û Êzîdî qet nebin xwedî hêzek eskerî ya parastinê û karibin herema xwe bi tena serê xwe bi rêve bibin. Ji ber vê yekê PDK hewl dide nankokiyan di nava malbat û eşîreyên Êzîdiyan derbixe û ji bo vê yekê, wek her car, zor û zêrên xwe bikar tîne.


Qonaqek nû li pêşiya me ye 

Qonaxek nû li pêşiya me xuya dibe. Li Rojava Hêzên Sûriyaye Demokrat (HSD) hatin avakirin û ew niha li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şerê azadkirina Holê dimeşînin. Jixwe em dizanin ku bajarokê Holê ya kantona Cezîrê bi qasî çend kîlomitran dûrî herema Şengalê ye. Hêzên Hevpeymana Navnetewî li dijî DAIŞ‘ê HSD esas digere û alîkariya eskerî dewrî wê dike. Li Şengalê jî hêzên Êzîdiyan yekîtiya xwe ava kirin û ew niha ji bo hêzên Hevpeymana Navnetewî dibin muxateb û hêzên herî efektiv û bi bandor li ser rûyê erdê.

 

Demên berê derbas bûn

Armanca fermandariya Êzîdîxanê niha ew e ku Şengalê rizgar bike û kesên dîl hatine girtin, azad bike û dest bi prosesa vegera Êzîdiyan ji bo mal û milkên wan bike.

Fermandariya Hêzên Êzîdxanê hemû Êzîdiyan û gelê Şengalê temsîl dike. Mafê kesekî nîne ji ciwanên Şengalê re bêje ji vir biçin an jî meydanê terk bikin. Ev hêz dê bimîne û Şengalê azad bike, ava bike û biparêze. Demên berê derbasbûn. Şengalî nema desthilatdariya kesekî qebûl dikin. Ewê qedera xwe bi xwe diyar bikin û herema xwe azad bikin. Bila kesek hesabên şaş neke. Ew hin Êzîdiyên ku hîna bi polan tevdigerin, divê lêborîna xwe ji gel bixwazin û vegerin nava refên tekoşînê. Şengal niha ketiye destê keç û xortên xwe û nema ji bo axa û serokeşîran bibe alava bidestxsitina pol û defteran. Îro keça Şengalî bûye fermandar û serkêş. Ew nema desthilatdarî û sitemkariya kesekî qebûl dike.


Gelê Êzîdî li hemû cîhanê deyndarê Tevgera Azadiya Kurdistanê û serokê gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Ew fedekarî û xwîna şehîdan ji bîr nake. Ew derfeta avakirina mirovê nû, Şengalek û Êzîdiyekî nû tu carî ji destê xwe bernade. Êzîdî tu carî fedekarî û berxwedana HPG jibîr nakin. Di operasyon û berxwedana azadkirina Şengalê de 59 HPG’yî şehîd ketin, zêdeyî 200 birîndar bûn. Di vekirina korîdora Ceza-Deriyê Kersê de 90 şervanên YPG/YPJ’ê şehîd ketin. Ji nava YBŞ’ê 18 ciwanên Êzidî şehîd ketin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser soza xwe ye. Êzidî û Şengal jî li ser soza xwe ne..


TARIQ HEMO