
Kurdistaniyên li Qada Gustaf Adolf kom bûn ku Fatoş Saglamgoz (Sema) bedena xwe li wir dabû ber agir, li cihê Saglamgoz jiyana xwe ji dest dabû qernefîl û gul danîn û find pêxistin.Paşê bi hev re çûn ser gora Saglamgoz. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborg Alî Agirî axivî. Agirî got ku şehîd ji bo gelê Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurdistan xwedî girîngiyeke mezin in.
ANF/STOCKHOLM