
Xebatên federaliya demokratik li Rojava û Bakurê Suriyê bê navber berdewam e. Bi armanca pişgiriya xebatên federaliyê, Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) ji, li Kobanê Girê Spî û Sirînê hemleyek nû da destpêkirin.
Bi vê armancê îro seet di 11.00’de, li ber avahiya Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG), daxuyaniyek nivîskî ji bo çapemenî û raya giştî hat dayin. Daxuyaniya ku nûnerên partiyen siyasî, Rêveberiyên Saziyan û gelê Kobanê tê de amadebûn, ji aliyê rêvebera saziyê Bêrîtan Asya ve hat xwendin.
Şoreş mezintir dibe
Daxuyaniya SYPG wiha ye: “Pergalên kedxwar, xwînxwar, nijadperest êdî nikarin desthilatdarîyên xwe wekê berê berdewam bikin. Gelên Rojhilata Navîn, li dijî wan pergelên paşverû, bi têkoşîna xwe herdem liberxwe dan. Her berxwedan, ji bo gelên bindestan mizgîniya rojên azad dibû. Di dilê Rojhilata Navînê de, li hemberî dijminê gelan şoreşek mezin bû û hêj jî mezin dibe. Navê vê şoreşê Rojava ye…
Ew şoreş, di rêveberiya têkoşîna azadiya gelê Kurd de, da destpêkirin û hêdî hêdî vedigere şoreşa gelan. Hêzên ku doh êrîşê li Serêkanîyê, li Kobanê kirin û îro jî Cerablusê dagirdikin, êrîşê Efrîn, Minbic, Şehba û Babê dikin. Dixwazin li ber vê şoreşa gelan bigirin.
Ji biratiya ku li ser wekhvîyê, aştîyê û azadîyê mezin dibe, ditirsin.
Ji îradebûna bindestan a ku bi pergala komînan re tê avakirin, ditirsin.
Ji hevjiyana gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen, Çeçen, Çerkez, Êzîdî ên ku dixwazin di bin federasyona demokratîk de bijîn, ditirsin.
Ji şoreşa jinê ya ku hemû desthilatdariya zilaman yek bi yek parçe dike, ditirsin. Ji bo wê jî ji çar aliyê ve êrîşê Şoreşa Me dikin.
Îredeya Çeteyên DAIŞ’ê bi têkoşîna şervanên gelan, hat şiqenandin. Wekê dewleta Tirk a dagirker, ji bo rêya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê bigirin, ew bixwe, êdî rast bi rast bi hêzên xwe yên fermî êrîşê xaka Rojava û şoreşê dikin. Dewletên emperyalîst jî, bi destek dayîna weşartî û helwestên durûtî, destek didin van êrîşan. Rejîma BAAS a faşîst bi lîstêkên qirêj dixwaze desthilatdariya xwe jinûve ava bike. Hemû hêzên herêmî yên kevn û paşverû; hêzên emperyalîst ji bo pergala Komînan û Federasyona Demokratik a ku tê avakirin, asteng bikin bi hemû rê û rêbazên qirêj û bixwîn êrîş dikin.
Rêxistina gelan Federasyona Demokratîk e
Tenê rastîyek heye, ew jî, ew sîyaseta qirêj û bixwîn, ancax bi têkoşîn û birêxistinbûna hevpar a gelan û bindestan tê wala derxistin. Ew jî, di qada civakî de rêxistinkirina Komînan û di qada azadiya gelan de jî avakirina Federasyona Demokratîk e. Ji bo vê jî, em ji hemû gelan, bindestan, jinan, ciwanan, karkeran û kedkaran dibêjin ku, ji bo rojên azad:
Di komînan de xwe bi rêxistin bike, li federasyonê xwedî derkeve.
Komîn îredeya gelan e!
Komîn mala me ya hevbeş e.
Em bi tena serê xwe qels in, di komînan de em bihêz in.
Di komînan de xwe bi rêxistin kirin, tevlîbûna rêveberiyê ye.
Komîn misogeriya mafê tendûristî û vehewîna hemû kesan e.
Xwedî derketina li Federasyonê, xwedî derketina li azadiya xwe ye.
Federasyon, sûda karker û gundiyan e. Hemû dewlemendiya axa Federasyonê wê li gorî pêwistiya civakê were bi kar anîn.
Di Federasyonê de mafê perwerdeya zimanê zikmakî heye.
Di Federasyonê de hemû zarok bi kêfxweşî dijîn.
Di Federasyonê de zarok di temenê biçûk de nayê zewicandin.
Kurd, Ereb, Aşurî Suryan, Çeçen, Ermen, Turkmen, Êzîdî… di nav wekhevî û biratiyê de, bi ziman û baweriya xwe di Federasyonê de wê bi hev re azad bijîn.
Federasyona Demokratî ya Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn mînak e.
Riya Sûriyeya demokratî di Federasyona Demokratî ya Bakurê Sûriyeyê û naskirina statûya li Rojavayê de derbas dibe.
Federasyon misogeriya jiyana azad û wekhev a jina ye.
Jin ji bo xwedî derketina keda xwe, azadiya xwe, wekheviya xwe bi pergala Federasyonê re têkoşîna xwe mezin dike.
Di Federasyonê de mafê mirovan tiştê herî hêja ye.
Em li dijî kedxwarî, paşverûtî û dagirkeriyê ne. Ji bo vê yekê em di komîn û Federasyonê de yekitîya xwe bi hêz bikin.
Federasyon ji Arîn Mirkan, Asro, Ebû Leyla, Ivana Hoffman, Abdulsettar el Cadirîyan ji me re emanet e.”
ANHA / KOBANÊ