Bi pêşegntiya jinên partiya Hembestigî ya Efxanistanê pêr xebatên ji bo çêkirina bîrdariya li ser gora Ferxunde hat destpêkirin. Derveyî jinên ji partiya Hembestigî gelek jinên ji rêxistinên cûr be cûr û xelkê bajarê Kabulê, jin û mêr destek dan çêkirina bîrdariyê. Jinên ji partiya Hembestigî bi derfetên xwe yên kêm dest bi avakirina bîrdariya Ferxunde kirin û ji xelkê daxwaz dikin ku ew jî beşdarî vê xebata pîroz bibin.  


Bû sembola jinan

Jin û ciwanên ku tevlî vê xebatê bûne diyar dikin ku wan bi coş û moralek mezin dest bi karek kolektîv a bi vî rengî kirine. Jinan daxwaz ji jinên Kabulê kirin ku werin û tevlî xebatên çêkirina bîrdariyê bibin da ku tu caran bûyera Ferxunde di dil û mêjiyê gelê Efxanistanê de neyê jibîr kirin.  

Xebatên çêkirina bîrdariya Ferxunde pêr destpêkir û wê çend rojan berdewam bike. Bîrdarî wê bi bilindahiya 10 metre ji asta çemê Kabulê were çêkirin.

Jina ciwan Ferxunde 19’ê Adara 2015’an de di nava kolanê Kabulê de, bi hinceta hakeret li Quranê kiriye, ji alî mêran ve bi awayek hovane bi keviran hat qetilkirin. Piştî ku hat qetilkirin jî cenazeyê wê şewitandin. Ew kuştina hovane di serî de Efxanistan, Kurdistan û li welatên Rojhilata Navîn rastî nerazîbûnan hatibû.


 KABUL