Endamên Meclîsa HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên Elbîstanê, Weqfa Kistik, Derhêner Zeynel Dogan, Serokê Cemxaneyên Brîtanya Îsrafîl Erbîl û gelek welatî tevlî cemê bûn.
Di sohbeta Cema Muhabbetê de Pîr Mehmet Yuksel got: "ji bo me ti ferqa hemû canên me yên di têkoşîna nasname û maf û hebûnê de jiyana xwe ji dest dan û Fîdan Dogan û şehîdên Kerbelayê tine ye." Yuksel balkişand ser êrîşên li Rojava û Kobanê û wiha axivî: "Kerbela hêj li ser vê axê berdewam dike. Li Suriyeyê hem Elewî û hem jî kurd tên qetilkirin û komkujî berdewam dikin. Rabûna li dijî vê yekê erka me hemûyan e. Elewî divê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin." Serokê Komeleyên Pîr Sultan Ebdal Kemal Bulbul jî got, Fîdan Dogan ji aliyê kesên ji nifşê Muaviye ve hate qetilkirin. 

MEREŞ