Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Aliyê Rûs vê gavê li ser projeyeke guncaw, zelal û berçav dixebite." Wezîr Lavrov ragihand ku ew ji bo vê yekê li gel Sûriyê re di nava têkiliyê de ne.
Lavrov got, "Em difikirin ku vê planê di demeke kurt de pêşkêş bikin. Emê amade bin ku li gel Sekreterê Giştî yê NY, Endamên Konseya Ewlekariyê ya NY, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re li ser vê mijarê bixebitin."
'Ev hewldaneke Rûs e'
Lavrov roja Duşemê daxuyaniyeke suprîz da û ji rejîma Sûriyê xwest, çekên kîmyewî yên di destê xwe de ji kontrola navneteweyî veke. Lavrov kêfxweşiya xwe ya ecibandina vê pêşniyarê ji aliyê beşeke mezin a hêzên cîhanê ve anî ziman û destnîşan kir ku ev pêşniyar bi temamî hewldaneke Rûs e. Lavrov diyar kir ku ev pêşniyar di encama hevdîtinên li gel Emerîkiyan de derketiye holê.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Duşemê piştî hevdîtina li gel hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî Velîd Mûallîm daxuyaniyeke kurt da û got, "Em bang li rêveberên Sûriyê dikin ku çekên xwe yên kîmyewî têxe bin kontrola navneteweyî, wan tune bikin û di ser de jî bi awayekî giştî beşdarî Rêxistina Qedexekirian Çekên Kîmyewî bibin."
Plana destwerdanê vala derxist
Beriya vê hewldana Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry li Londonê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku eger Beşar El Esad çekên kîmyewî têxe bin kontrola navneteweyî, destwerdana leşkerî dikare bê astengkirin. Kerry di daxuyaniya xwe de her weha fikar û gumanên xwe jî anîbû ziman ku Sûriye ji bo rewşeke bi vî rengî amadeye yan na.
Lê belê daxuyaniya Lavrov ji Sûriyê yekser bersiva xwe dît. Mûallîm di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew hewldana Rûsyayê silav dikin û got, "Komara Ereb a Sûriyê, hewldana Rûsyayê erênî dibîne."
Ev hewldana Rûsyayê di heman demê de argumanên welatên dixwazin bi rêbaza leşkerî dest li Sûriyê werdin, ji destê wan girt. Nayê zanîn ka di pratîkê de Sûriyê çekan tune bike yan na, lê belê pêşniyara Rûsyayê li cîhanê deng veda û erênî hat pêşwazîkirin.
Îranê erênî pêşwazî kir
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Marzêh Afgham di civîna heftane ya çapemeniyê de got, "Komara Îslamî ya Îranê, hewldana (Rûsya) ji bo pêşîgirtina li hemû çalakiyên leşkerî yên li dijî Sûriyê bi erênî pêşwazî dike. Em dixwazin herêma me ji hemû çekên tunekirina girseyî paqij bibe. Divê ev hewldan li dijî çekên kîmyewî yên di destê komên serhildêr de jî bê kirin." Berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir ku wan beriya niha jî fikar û gumanên xwe yên li ser hebûna çekên kîmyewî di destê komên çekdar de anîne ziman û destnîşan kir ku divê ev hewldan li dijî wan koman jî bê kirin.
Ji Yekîtiya Ereb piştgirî
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereb Nabîl el Arabî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin pêşniyara Rûsyayê. Er Arabî got, "Yekitiya Ereb wê di demeke nêz de bi daxuyaniyeke fermî piştgiriya xwe ya ji bo vê pêşniyarê rave bike."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon, ku piştgiriyê dide pêşniyara ji bo çareseriya pirsgirêka çeka kîmyewî, di civîneke çapemeniyê ya li New Yorkê de anî ziman ku Konseya Ewlekariyê ya NY li ser gengaziya bangawaziyeke ku Sûriye çekên xwe yên kîmyewî bi awayekî ewle biparêze û dûre bibe cihê lê were tunekirin, radiweste. Ban Kî-moon got, "Ez bang li Sûriyê dikim ku konvansyona li ser qedexekirina çekên kîmyewî mor bike."
Fransa diçe konseyê
Di dema amadekirina "projeya berçav" a Rûsyayê de, Fransayê da xuyakirin ku ewê pêşnûme biryarekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bikin ku li gorî vê yekê komkujiya 21'ê Tebaxê bê mehkûmkirin û çekên kîmyewî di bin kontrolê de bên tunekirin. Di serî de DYA û Fransa hemû hevalbendên wan rejîma Sûriyê tewanbar dikin ku di êrîşa 21'ê TebaxÂe ya li Şamê de bi sedan mirov kuştiye. DYA dibêje di êrîşê de zêdeyî 1400 kes hatine kuştin. Rêveberiya Şamê jî tewanbariyan red dike. Rûsya jî delîlan dixwaze.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian da xuyakirin ku ev hewldana Rûsyayê di encama zexta navneteweyî de derketiye holê û got, "Eger ev biryardarî nebûya, dê Rûsya xwe nelivandibûya."
Wêne hatibûn amade kirin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku vîdeo û wêneyên weke delîl pêşkêşî rûniştina 24. a Konseya Mafên Mirovan a NY hatibû kirin, beriya êrîşê hatibû amadekirin. Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilat ê Rûs Saîd Gafurov ji radyoya dengê Rûsyayê re axivî û destnîşan kir ku ev peyman beriya her tiştî ji bo Barack Obama di asta nirxandinê de ye û guncaw e. Gafurov got, "Ev pêşniyar derfetan dide Serok Barack Obama ku xwe vekişîne. Her kesî ji xwe fêm kir ku çekên kîmyewî ji aliyê meqamên Sûriyê ve nehatiye bikaranîn."
Sûriyeyê qebûl kir
Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûalim diyar kir ku pêşniyara Rûsyayê ku bila çekên kîmyewî bikeve kontrola navnetewî, qebûlkirine.
Wezîrê Karê Karê Derve ya Sûriyeyê ji ajansa Rûs a Înterfaxê re axivî û ji serokê Duma yê baskê binî yê parlametnoya Rûsyayê re axivî û got: “Roja duşemê bi wezîrê Karê Derve re Sergey Lavrov re nîqaşek me ya bi fêde çêbû. Di saetên êvarê de li ser hewldana Rûs em bûn mutabik.
NAVENDA NÛÇEYAN