Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê, êrîşa li Londonê şermezar kir û sersaxî ji gelê Brîtanyayê re xwest.

Peyama sersaxiyê wiha ye: “Birêz Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Alexander de Borris, bi xemgîniyeke mezin me agahiya êrîşa terorstana ya namerdî ku herêma Westminster a di dilê paytext London de pêk hat bihîst. 

Weke Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê-Sûriyê ya Rêveberiya Xweser van êrîşên li dijî nirxên mirovahiyê şermezar dikin û piştigiriya xwe ya bi malbatên qurbaniyan re tînin ziman. Li ser vî esasî em ji gel û hikumeta Brîtaniyayê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfayê hêvî dikin.

Birêz Wezîrê Karên Derve, em careke din piştgiriya xwe ya bi wer e tînin ziman, divê têkiliya di hemeleya me ya hevbeş ku li dijî terora ku cîhana azad û mirovahiyê hedef digirin pêk tê, were xurtkirin. Bi taybet di dema ku em nêzî pêkanîna desteketiyên mezin û qutkirin û rizgarkirina Reqayê ve tên. Ev gaveke ku ji bo tinekirina terorê divê pêk were, bi vê yekê wê teror ji herêmê were rakirin. Ev yek di encama koordînekirina di navbera qehremanên QSDʹê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê ku li dijî terorîstan pêk tê, wê pêk were. Brîtaniya yek ji welatên sereke ya Koalîsyona Navdewletî ye.” 


 KOBANÊ