ARIF SILÊMAN /XANDÎ ELO / ANHA/ ŞEHBA

Piştî bidawîbûna xebatên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya ku di 18`ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, Tevgera Çand û Hunerê xebat û çalakiyên xwe xurttir kirin. Di 26`ê Îlonê de li deverên Şehbayê 8 rojan berhemên hunerî û şanoyî pêşkêş kir. Bi rêya berhemên xwe berxwedana şêniyên Efrînê, israra rizgarkirina Efrînê, êrîş û binpêkirinên dagirkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser welatiyên Efrînê û çawaniya rê li ber qirkirina çandî ya ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, vegotin.

Dixwazin peyamekê bidin

Yek ji komên ku hunerên xwe di hefteya çandî de pêşkêş kirin jî Koma Rojava ye. Koma Rojava ji 9 endaman pêk tê. Komê tabloyeke hunerî têkildarî rewşa Efrînê ya beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêşkêş kir. Strana yekemîn girêdayî projeya neteweya demokratîk bû û pêşketina têgeha wê di nav civakê de ku li Efrînê pêk hatibû, nîşan dida. A duyemîn pesna bedewiya Efrînê, xweşikiya xwezaya wê û dîroka Kurd li herêmê dida.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê û beşdarê tabloya hunerî Henan Seydo got: “Bi rêya tabloya xwe me xwest nameyekê ji raya giştî re bişînin.”

Stranan reng da şahiyan

Komên stranan ku hejmara wan 5 bûn (Agirî, Şehîd Berçem, Çiyayê Mîra, Engîzek û hunermendên Efrînê) bi tevlîbûna 36 endaman di Hefteya Çandî de stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha gelek stranên kevn ku vedigerin hezaran salan û dîroka gelê Kurd û komkujiyên gelê Kurd vedibêjin, hatin pêşkêşkirin.

Komên dîlan jî beşdar bûn

Ji ber siyasetên bişaftinê û înkarkirinê ku pergalên desthilatdar li ser gelê Kurd meşandine, gelek dîlanên Efrînê hatine jibîrkirin. Ji ber wê 3 komên govendê yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê tev li çalakiyên Hefteya Çandî bûn. Hejmara endamên her sê koman 35 bûn. Gelek dîlanên kevn ku dîroka wan vedigere hezaran salan, pêşkêş kirin. Endamên her sê koman di dirêjahiya 3 salan de li ser van dîlanan xwe perwerde kirin.

Têkildarî vê mijarê endamê rêveber ê beşa dîlanê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê Demhat Xilo wiha axivî: “Di dirêjahiya bi hezaran salan de dijmin xaka me dagir kir, çand û dîlanên me dizîne û îdia kirin ku ev dîlan ên wan in. Lê piştî gelek lêkolînan di vî warî de, diyar bû ku em xwediyên rasteqîn ên van dîlanan in.”

Bi şanoya bêdeng hizrên xwe vegotin

Her wiha Koma Afirînerên Hêviyê bi şanoyên xwe beşdarî çalakiyên Hefteya Çandî bû. Kom ji 5 endaman pêk tê. Komê 3 şanoyên sembolîk lê bi rêgezeke nû pêşkêş kirin. Şanoya yekem girêdayî dîroka gelê Kurd bû. Her du şanoyên din girêdayî sozdariyê û dilsoziyê bûn.

Têkildarî mijarê di hevpeyvîneke li gel ajansa me de endama rêveber a Beşa Şanoyê ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn Zêneb Mihemed got: “Bi rêya her sê şanoyan me xwest nameyekê ji civakê re bişînin ku dijminên gelê Kurd pir in û divê em baldar bin.” Li ser mijara pêşkêşkirina şanoyan bi awayekî bêdeng, Zêneb destnîşan kir ku armanca wan ew e ku hizirên şanoyê bi awayekî sembolîk bigihînin civakê.