Kampanyaya ji bo alîkariya piştevaniya Gelê Rojava berdewam dike. Li navçeyên
Stenbol û Manîsayê  alîkariyên ku hatin komkirin ber bi Rojava re hatin şandin.
Rêxistina BDP'e ya Stenbolê ji bo tevkarî û piştgiriya Gelê Rojava kampanya dabû destpêkirin. Kampanya tevkariyê berdewam dike. Alîkariya ku hat komkirin bi 2 kamyonan ji gelê Rojava re şandin Serekaniyê. Tevkariya ku ji 2 kamyon alav û amûrên ku di navde potên zarokan, arvan, zexîreyên hişk û pêdiviyên din ên mirovahiyê hebûn gihiştin Serêkaniyê. Rêveberê BDP'e yê Stenbolê Murat Kalmaz û Serokê BDP'a navçeya Kuçukçekmece Mehmet Oran alîkariya tevkariya Gelê Rojava bikamyonan anîn Serekaniyê û teslîmî rayedarên Şaredariya Serêkaniyê kirin.
Serokê BDP'a Kuçukçekmece Mehmet Oran, diyar kir ku wan alîkariya sexîreyan ji 10 navçeyên Esenyurt, Kuçukçekmece û Bagcilarê kom kirine û şandine Serêkaniyê. Oran, bang li hemû gelê ku li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê dijîn kir û xwest her kes tevkariyê bide gelê Rojavayê Kurdistanê. Endamê komîsyona belavkariyê Orhan Arslan, diyar kir ku heta niha yekem car alîkarî û tevkarîe ji dervê herêmê ji Stenbolê ji wan re tê û ev tevkarî wan kêfxweş dike û dixwazin her tim di nava piştevanîe û tevkariyê de bin.

Ji Salîhliyê alîkarî

Rêxistina BDP'ê ya Salîhliyê ya Manîsayê alîkariyên bi piştgiriya gel komkirin ji bo bişînin Rojava şandin Nisêbînê. Alîkariyên li depoya li taxa Tîn Tîn hatin komkirin li TIR hatin barkirin û hatin şandin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Manîsayê Kerem Taylan, Serokê Rêxistina BDP'ê Akhîsar Hasan Denlî û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Salihliyê Adnan Turan li wir amade bûn. Alîkariyên şandin Nisêbînê dê bişînin Rojava. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Salihliyê Adnan Turan spasî li hemû kesên ked dayîn da û wiha got: "Daxwaza me ew e ku hemû kes xwedî li Rojava derbikeve. Heke li Rojava şitilek tê çandin divê hemû kes ji wê şitilê re avê bidin û da ku şinbibe." 

DÎHA/RIHA-MANÎSA