Li Êlihê beriya bi 3 mehan Bariş Çoban (16), Vedat Ozdemîr (16), Berk Tuzun (17) û Muhammed Algur (18) ê hatin cem hev, Koma Mîr a muzîkê ava kirin û li kolanan distrên. Endamên komê yên li hemberî bûyerên li Cizîr, Sûr, Sîlopî, Şirnex û Nisêbînê bêdeng namînin, her êvar piştî fitarê li cadeya Amedê ya çûn û hatin lê herî zêde ye bi şîara “Ji bo Sûr, Cizîr, Sîlopiya muzîk li kolanê” distrên rastî elaqeya mezin a gel tên. Kom dê dahata bê, bi rêya Komeleya Rojava ya Êlihê, bigihîne malbatên mexdûr.
‘Da ku di rûyê zarokên mexdûr de bibin kenek’
Kom stranên bi Kurdî û sirûdên şoreşgerî dibêje, ji endamên komê Bariş Çoban ê 16 salî diyar kir ku alîkariyên tên kirin di nav deryayê de dilopek in, lê ji bo ku her kes tiştekî bike, di vî warî de jî dikare yekîtiyeke watedar ava bikin. Çoban anî ziman ku heta ji destên wan bê ew ê alîkariyê bidin welatiyên ku ji Sûr, Cizîr, Sîlopî, Şirnex û Nisêbînê ji cih û warên xwe koçber bûne û weha axivî: “Dibe ku em nikaribin birînên xwîşk û birayên xwe hemûyan bipêçin, lê kêm be jî em ê bibin ken di rûyên wan de. Divê her kes tişta ku dikeve ser milê xwe bike, destên xwe bide gelê me.”
‘Divê her kes destê xwe bixe bin kêvir’
Çoban bal kişand ser helwêsta welatiyan jî û got, mirovên ku ji cadeyê derbas dibin, pirsa “Çima we pêdivî bi tiştekî bi vi rengî dît?” dikin û weha axivî: “Li her derê şer, êş, rondik hene, di rewşeke bi vî rengî de em nikarin destevala rûnên. Ji bo wan mirovan çi ji destê me bê em ê bikin. Niha ji destê me muzîka li kolanê tê, em ê dahata ji vir tê ji malbatên mexdûr re bişînin. Ango divê her kes destê xwe bike bin kêvir.”
‘Divê her kes alîkariyê bide’
Solîstê Koma Mîr, Vedat Ozdemîr jî anî ziman ku ew ê dahatê 5 rojan beriya bi Cejna Remezanê bigihînin malbatên Cizîr, Nisêbîn û Sûrê. Ozdemîr diyar kir ku heta cejnê, ew ê navberê nedin û li benda her kesî ne ku alîkariyê bidin. Ozdemîr weha peyivî: “Mirov li kolanan birçî ne, ji ber vê yekê li malê rûniştina vala, nerast e. Armanca me alîkarî dayîna xwîşk û birayên me yên mexdûrkirî ye. Bila gelê Êlihê hemû, çi ji destê wî tê bike.”
ÊLIH