Girseya gel piştî gihişt ser gora Şîwan Nurdîn ji bo tevahiya şehîdên têkoşina azadiyê deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê M. Mehemed axivî û wisa got: “ Ew kesên ku ji bo axa xwe şer bikin ji bo ku axa xwe biparêzin bên kuştin bê guman ew şehîdê welatê xwe ne. Kesên ku xiyanetê li gelê xwe bike ew kes nagihije merteba şehîdbûnê. Ji ber ku ew ixanet li axa xwe û gelê xwe dike”. Piştî axiftinan sinevîzyona derbarê jiyana Karwan û Şîrwan de hatibû amadekirin hat temaşe kirin. Gel dema temaşekirinê de hestiyar bû. Dema sînevîzyon xilas bû gel bi çepik û slogana “Şehîd namirin” dengê xwe bilind kir.
Piştî sînevîzyonê xwarina mewlûdê hat xwarin. Hemû kesên ku bajarên din hatibûn dîsa ji malbatê re sersaxî xwestin û berê xwe dan cihên xwe.
DÎHA/MEXMÛR