Li ser mijarê Endamê Komîteya Malbatên Şehîd yê PÇDK’ê Ebdulwahab Ehmed da zanîn ku gerîla Karwan Partîzan di dema êrîşa artêşa Îranê ya li ser Qendîlê de jiyana xwe ji dest daye, lê ji ber rewşa ewlekariyê malbatê nekariye cenazeyê kurê xwe bîne cihê jê dayik bûye.
Ehmed got: “Li ser daxwaza malbatê weke Komîteya Malbatên Şehîdan me serî li rayedarên PJAK’ê da û daxwaz kir ku cenazeyê şehîd Karwan bînin gundê lê ji dayik bûye. Li ser vê yekê me biryar da ku îro em cenazeyê ji Goristana Şehîdan a Qendîlê veguhezînin gundê Girdxeber a navçeya Teqteqê”.
Gerîlayê HRK’ê Wahab Îbrahîm ê bi navê kod Karwan Partîzan di sala 1988’an de li gundê Girdxeber a girêdayî navçeya Teqteqê ji dayik bibû û di sala 2006’an de jî beşdarê nav refê gerîlayên HRK’ê bibû. Di meha tebaxê de di navbera artêşa Îranê û gerîlayên HRK’ê de şer qewimîbû. Karwan Partîzan jî di vê şerî de jiyana xwe jidest dabû û cenazê wî li Goristana Şehîd Harûn a Qendîlê hatibû veşartin.
ANF/SILÊMANÎ