Rêxistina BDP a Merdînê û rêvebirên MEYADER'e bi meşekê çû serdana cihê ku 38 gerîllayên PKK´ê di sala 1992'an de li gundê Cirzê ya navçeya Mêrdînê Stewrê jiyana xwe ji dest dabûn.
Xelkê gund kesên tevlî meşê bûn bi çepik û sloganan pêşwazî kir. Li cîhê bûyerê Mahmut Erdem, bavê Aydin Erdemê ku li Amedê bi guleya polîsan hat kuştin daxuyanî xwend. Erdem kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û got: "Şehîdên Kurdîstanê hevi, bawerî, wêrekî û berxwedan nîşanî me dane." Paşê  Serokê BDP'a Merdînê Şaban Karataş axivî û diyar kir ku, dîroka Kurdistanê dîroka berxwedanê ye. 
Rêvebirê MEYADER'ê Mahmut Erdem, cihê jidayîkbûnê yê 38 gerîllayên jiyana xwe ji dest dane weha eşkere kir: "Ji gundê Cirzê 8 gerîlla, ji gundê Haciya 7 gerîlla, ji gundê Kavsav 1, ji gundê Kopekliya 1, ji gundê Dengiza 4, ji gundê Baqustan 1, ji gundê Bernişt 1, ji Bakayse 1, ji Girê Bimil 2, ji Kuzerif 3, ji Memika 1, ji Bazike 2, ji Mara 1 û ji gundê Biherke gerîllayek."

 DÎHA/MERDÎN