Radyoya Gun a li Amedê weşana herêmî dike û li ser riya înternetê weşana gerdûnî dike ji bo deng bide dengê girtiyan dest bi kampanya pirtûkan kir. Piştî rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê pirtûkên girtiyên siyasî desteser kir, Radyo Gun di çarçoveya bernameya girtîgehan a "Ruyê Bajêr ê din" de bi silogana "Dengekî bide û bibe bêhnek" kampanya pirtûkan da destpêkirin. Radyo Gun ku her roja înê saet di 21.00'an de ji bo girtîgehan weşana bi navê "Ruyê bajar ê din" pêşkêş dike, bi navê "Dengekî bide û bibe bêhnek" kampanya pirtûkan da destpêkirin. Li gel ku kampanya nû hat destpêkirin eleqeyek mezin hat nîşandan. Gelek guhdarên radyo ji niha de gelek pirtuk anîn radyo û diyarî gritîgehan kir. Pêşkêşvanê bernameyê Ruhat Emekçi, diyar kir kir ku piştî komek pirtûk anin ser hev dê paket bike û ji girtîgehan re bişîne.
Bernameya "Ruyê Bajar ê Din" her hefte roja înê saet di navbera 21.00-23.00'an de du saetan tê weşandin. Bername li ser nameyên ku ji hemû girtigehan tê, pirsgirêk û daxwazên wan weşanê dike. Li aliyekî nameyên ku ji girtîgehan tên tê xwendin." Radyo Gun li ser daxwaza Girtiyekî di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê dimîne û pirtûkên wan haitbûn desteserkirin dest bi vê kampanyayê kirin.
DÎHA/AMED