Li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya bi girtiyên Kurd re, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li ber nivîsîngeha parlamentoya Herêma Kurdistan ya Silêmaniyê ji bo 2 rojan hat destpêkirin. Çalakî ji aliyê komîteya Rojhilatê Kurdistanê ve hat rêvebirin û bi dehan kes têde cihê xwe girt.


Çalakî wê du rojan dewam bike
Li ser armanca çalakiyê nûnera KJAR’ê Sediye Wekelî ji RojNewsê re axivî û da zanîn ku herkes dikare bi şêweyên cûda piştgiriya girtiyan bike. Wekelî wiha axivî: “21 roje, 29 girtiyên siyasî di zindana Urmiyê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Rewşa girtiyan herku diçe gelek xirap dibe. Divê herkes bi şêwazên cûda piştgiriya girtiyên siyasî bikin daku neyên darvekirin û êşkencekirin. Îran dixwaze îradeya gelê Kurd bişkêne.” Palamenterê parlamentoya Herêma Kurdistan Salar Mehmûd serdana çalakvanan kir û xêrhatina wan kir. Mehmûd got: “Me herdem piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên demokratîk nîşan daye. Emê daxwazên we bigrin û bigihînin aliyên peywendîdar. Bi taybet bigihîn parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê.”


SİLÊMANÎ/ROJNEWS