Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan, “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” û “girtiyên nexweş rûmeta mene” hatin qêrkirin. Namzetê BDP’ê yê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrsînê Bedrî Kuran, namzetên BDP’ê yên Hevserokatiya Şaredariya Akdenizê Fazil Turk û Yuksel Mutlu, namzetên BDP’ê yên Hevserokatiya Yenîşehirê Saniye Agbay û Hasan Kapikira, Namzeta Hevserokatiya Tarsusê Seher Peşmen, Namzeta Hevserokatiya Toroslarê Emîne Kocadag, rêveberên BDP’ê yên bajêr, endamên PM û pêkhateyên HDP’ê tevlî meşê bûn.

Piştî meşê li ser navê TUHAD-FED’ê Ahmet Oguz daxuyanî da diyar kir ku welatparêz, şoreşger, mirovên demokrat yên ku ji bo Tirkiyekî demokrat tekoşîn dikin, hewildidin polîtikayên îmha yên sîstema zalimane û tundiya dijî dokrasiyê, tasfiye bikin. Oguz diyar kir ku di girtîgehên ku hemû cure zûlmê lê tê meşandin de hîna jî bi 10 hezaran girtiyên siyasî têdene û bal kişande ser ku nêzî 550 girtî nexweşin û 162 jî di sînorê mirinê dene.
Oguz da diyar kirin ku encama polîtikayên înkarkirinê yên dewletê ji ber mafê girtiyan ne hildaye ewlehiyê dibe ku her roj ji girtîgehan xebera mirinan were û wiha dewam kir: “Em hikûmetê û Serokwezîr Erdogan ji gotinên wan ên ku hewildidin rewşê îdare bikin û pêvajoya çareseriyê qûrbanî hilbijartinan dikin, vedixwînîn ku dest jê berdin û hemû girtiyên nexweş serbest berdin. Em hemû welatparêz, demokrat, derdorên şoreşger, aktivîstên mafê mirovan û hemû raya giştî ji bo girtiyên nexweş bên berdan vedixwînîn bi baldarî bikevin nava tevgerê.”Serokê Şaxa Mêrsînê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Alî Tanriverdî ku axaftinekî kurt kir, got ku bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de rehîn tên girtin. Tanriverdî got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di şert û mercên pir giran de tê ragirtin û diyar kir ku kêliyek pêş a din pêwiste ku Ocalan û girtiyên nexweş serbest bên berdan.

MÊRSÎN