Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê, têkildarî şehadeta endamên Grûp Yorûmê û rewşa girtiyan daxuyaniyek weşand û bal bire ser şert û mercên girtî li zindanan di navê de ne. Wê got, bi vê, faşîzm girtiyan dikuje.
Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku di demekê de ku ji ber şewba vîrusa koronayê dinya bi tenduristiya mirovan ve mijûl e û hewl dide pêşî li belavbûna şewbê bigire, zilma rejîma faşîst a AKP-MHP’ê kêm nebû, berevajî zêdetir bû: “Di nava desthilatdariya vê rejîma faşîst de ku şewba vîrûsa koronayê weke ‘Xêra Xwedê’ dibîne, gotina stranan, afirandina hunerê di nava şert û mercên azad û afirîner de hate qedexekirin. Endamên Grûp Yorûmê ji bo karibin di nava şert û mercên demokratîk de li welêt hunera xwe bikin, canê xwe feda kirin. Li ti devera cîhanê gotina stranan, xwendina helbestan, nivîskarî, stranbêjî ewçend xeter nehatibû dîtin, ewçend zext û zordarî lê nehatibûn kirin. Lê belê di nava rejîma faşîst a TC’ê de ji bo mirov karibe bi rengekî azad bistirê û govendê bigerîne pêwîst e ku canê xwe feda bike. Helîn, Mistefa û Îbrahîm di vê oxirê de canê xwe dan. Her sê mirovên lêgerînerên azadiyê li dijî polîtîkayên sansur, sirgûnkirin, bêdengkirinê, li dijî qedexeyan nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.”
Em ê xeyalên wan pêk bînin
KJK tevî Îbrahîm Gokçek, Helîn û Mûstafa Koçak jî bi bîr tîne û soz dide ku ew ê bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk xwedî li bibîranîna wan derkevin. Di daxuyaniyê de wekî din çalakiya girtiyên ku bi heman rengî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, asta krîtîk a gihiştinê tê destnîşankirin û tê gotin; “Girtiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê çalakiya xwe bigihînin asteke bilindtir. Ji ber vê yekê ji bo pêşî li mirina wan bê girtin, ji bo daxwazên wan ên mafdar bi cih bên anîn, pêwîst e ku raya giştî û gel nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin û ji bo dawî li çalakiya wan bînin, bikevin nava liv û tevgerê.
Kampanyayeke navneteweyî divê
KJK di daxuyaniya xwe de bi awayekî berfireh qala tesîra şewba koronayê li zindanan dike, bi bîr dixe ku li gelek zindanan şewb belav bûye; rejîma faşsît bi vî awayî dixwaze girtiyan bikuje û li şûna wan berde, berevajî kujer, dijminên jinan, narkotîkfiroşan û tecawizkaran berdide.
KJK di vê çarçoveyê de ji raya giştî û malbatên bi deh hezaran girtiyan dixwaze bêhtir çalak bin û hewldanên xwe yên ji bo girtiyan li tevahiya cîhanê veguherînin kampanyayekê, ji Kurdistanê heta Filistînê, ji wir heta Ewrûpa û Asyayê belav bikin, bi platformên mirovî û siyasî li qada neteweyî û navneteweyî bikin kampanyayek: “Pêwîst e parêzer, malbatên girtiyan, rêxistin û komeleyên mafên mirovan, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîr bi vê înîsiyatîfê rabin, pêşengiyê jê re bikin. Divê girtî bi tenê neyên hiştin.
NAVENDA NÛÇEYAN