'Heta temînat nebin em dest ji çalakiyê bernadin'
Parêzerên Hiqûqnasên Azadîxwez (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) û Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel duh girtiyên li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê yên di 25'ê adarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin hevdîtin pêk anîn.
Serokê TUAD'ê Prz. Sînan Zîncîr têkildarî hevdîtinê de agahî dan û diyar kir ku bi Serdozgerê Komarê yê Tekîrdag, Midûrê girtîgehê û girtiyên di çalakiyê de hevdîtin kirin. Zîncîr, anî ziman ku di hevdîtinê de Serdozgerê Komarê yê Tekîrdag ji heyetê re got ew dê mudaxeleyê li pirsgirêkên girtîgehê bike. Zîncîr, da zanîn ku Mudirê Girtîhê jî ligel rapora binpêkirinên amfên mirovan pêşkêşî wî hate girtin got tu geşedanên neyînî tunene. Zîncîr, bilêv kir ku midûrê girtîgehê got dê bi pirsgirêkê re eleqedar bibe û bi heyeta ji girtiyan pêk tê dê hevdîtinê bike. Zîncîr, anî ziman ku wan bi girtiyan re jî hevdîtin kir û girtiyan ji wan re got 'heta temînat û protokol neyên dayîn em dest ji çalakiya xwe bernadin".
Li bendêne ku heyeta OHD û TUAD'ê careke din biçin girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtinê bikin.
MÊRSÎN/TEKÎRDAG