Rêxistina BDP'ê ya Qoserê li hemberî biryara cezayê girtinê nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku yên ku bi sedan komkujiyan, operasyonên leşkerî û siyasî ragihand çapemeniya azad e. Mersîn û Stenbolê jî biryar hate şermezarkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Qoserê ji bo şermezarkirina biryara mehek sekinandina weşana Rojnameya Ozgur Gundemê li Qada Azadiyê daxuyanî da çapemeniyê.

Li Qoserê daxuyanî
Daxuyanî ji aliyê Alîkarê Serokê BDP'ê ya navçeya Qoserê Zehat Agaoglu ve hate xwendin. Agaoglu diyar kir ku çapemeniya azad dengê gelê kurd û bindestan e û wiha got: " Girtina çapemeniya azad, nîşaneya konseptekî nû ya êrîşan e. Di vê konaxê de hedef girtina çapemeniya azad ne hedefgirtina di rêzê de ye. Yê ku bi sedan komkujî, operasyonên siyasî û leşkerî ragihand çapemeniya azad e." Agaoglu di dawiya axaftina xwe de xwest ku biryara hatiye dayîn were betalkirin.

HDK nerazîbûn nîşan da
Tevkarên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi armanca şermezarkirina girtina Rojnameya Ozgur Gundemê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê.  Li ser navê komê Muslum Tank, daxuyanî xwend û diyar kir ku konsepta şer a hikûmeta AKP'ê berdewam dike û girtina Rojnameya Ozgur Gundemê jî perçeyekî vê konseptê ye. Tanik anî ziman ku ew girtina Ozgur Gundemê şermezar dikin û bang li hemû kesî kir ku bi hestiyarî tevbigerin.

Komeleya Medya nerazîbûn nîşan da
Bi heman armancê li Stenbolê Komaleya Medyayê daxuyaniyekî nivîskî weşand û li hemberî biryarê nerazîbûn nîşan da. Komale di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtina rojnameyan biryarekî li dijî azadiya çapemeniyê ye. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku qanûnên azadiya ramanê sînor dike werin rakirin.

DÎHA/MÊRDÎN/MÊRSÎN




Rojnameya Gunluk derket


Piştî Rojnameya Ozgur Gumdemê ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve rastî mehek cezayê girtinê hat, Rojnameya Gunlukê dest bi weşanê kir. Rojnameya Gunluk ku demekê navber dabû weşanê dîsa dest bi waşanê kir û doh li bayîyan bû.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 24'ê Adarê de ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi sedema ku di rûpelên wê yên hêjmar 1, 8, 9, 10 û 11'an de "Propaganda rêxistinê kiriye", mehek cezayê girtinê lê hatibû birrîn. Piştî Rojnameya Ozgur Gumdemê  ji bo kevneşopiya Çapemeniya Azad bişopîne, Rojnameya Gunluk dest bi weşanê kir. Rojnameya Gunluk doh hate çapkirin û li hemû beyiyan cihê xwe girt.