Polîsekî Elman sala 1994´an li bajarê Hannoverê, dema ku ala ERNK´ê ji bo protestokirina qedexekirina PKK´ê bi dîwarekî ve dikir, Halim Dener ê 16 salî qetil kir. Ji bo edalet pêk were doza Kurdan ji hingê ve dewam dike, ji ber ku dadgeha li dozê nihêrî, polîsê qatil beraet kir. Kampanyaya ji bo edaletê hîna jî dewam dike.
Halîm Dener sala 1994´an ji ber şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan û welatê wan Kurdistanê, penaber bû û wî pena xwe gihand Elmanyayê.
Beriya penaber bibe, Dener hatibû girtin. Piştî ku hat berdan ji bo malbata xwe nexe ber zilma dewleta Tirk penaber bû. Ew li devera Neustadt a Hannoverê bi cih bû. Halîm Dener têkoşîna xwe ya li dijî neheqiyê dewam kir. Dema ku Halîm Dener plakateke ala ERNK’ ê li ser bi dîwarekî ve dikir, polîsekî navê wî weke “Klaus“ hat diyarkirin ê Tîma Taybet a Polîsê Elman (SEK) ji pişt ve gule bera Halîm Dener da. Halim Dener hîna 16 salî bû.
Polîsê qatil bêceza hat hiştin
Dadgehkirina polîsî 3 salan dewam kir, lê ew polîsê qatil nehat cezakirin. Niha jî li devereke din wezîfeyê dike.
Kampanyaya Halîm Dener a ku beriya bi du salan hat damezrandin ji bo ku dawî li bêcezamanê bê û edalet pêk were çalakiyan dike. Şîara kampanyayê jî “Êşkence li Halîm Dener hat kirin, ew penaber bû, hat qedexekirin û li Hannoverê bi sîlehê hat qetilkirin” e. Bi heman armancê yekşema bê ango 30´ê Hezîranê wê li cihê ku Halîm Dener lê şehîd bûyî, ango li meydana Steintor a Hannoverê saet 21´ê mîtîngek bê lidarxistin. Kampanya Halim Dener ji bo vê çalakiya bi rasthatina salavegera 25´an a qetilkirina Halîm Denerî, bangê li Kurdistaniyan û dostên wan dike da ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiyê bibin. Kampanya dixwaze bi vê yekî serketî kampanyayê bi encam bike.
Ji bilî vê çalakiya bibîranînê, wê 6´ê Tîrmehê çalakiyeke protestoyî ya navendî li meydana Ernst-August-Platz a Hannoverê saet 14´an pêk bê. Kampanya ji bo beşdariya vê çalakiyê jî bang dike.
HANNOVER