Ji Koçgirî heta bi Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî di hemû berxwedanên li dijî qirrkirinê yên Kurdan de cihê xwe girt. Gava li surgûnê bû jî bi xîtaba li ciwanên Kurd îşaret bi hebûna miletê xwe dikir û digot, "Her hebûna dixwaze bijî, divê cengê bike!"
Yek ji pêşengên Serhildana Dêrsimê ku bi Seyîd Riza re kar dikir û mohra xwe li dîroka tevgera Kurd û Kurdistanê daye, Mihemed Nûrî Dêrsimî ye. Dêrsimî weke îro (22´yê Tebaxê), beriya bi 46 salan (1973) li Efrînê wefat kir. Gora Dêrsimî ya ku ji Efrîniya re bûbû mîna ziyaretekê, piştî dagirkeriyê bû tirsa dagirkeran û heta dagirkerên çete ji hestiyên wî jî tirsiyan û par teqrîben di salvegera mirina wî de hestiyên wî jî dizîn.
Mihemed Nûrî Dêrsimî bihara 1883’an li gundê Exzonîkê yê ser bi wîlayeta Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî ji eşîreya Mela û dayîka wî jî ji eşîreya Milî ye.
Dêrsimî sala 1911’an dest bi xwendina beytariyê kir li Zanîngeha Stenbolê. Wê demê Komeleya Aşiqên Kurdistanê ava kir û piştî Şerê Cihanê yê Yekê wekî berpirsyarê leşkerî li ser sînorê Azerbeycanê hate erkdarkirin. Piştre jî ji ber helwêstên wî yên neteweyî ji kar hate derxistin.
Li gel Seyîd Riza kar kir
Sala 1921’ê dewleta Tirk li dijî wî biryara bidarvekirinê da. Wê demê, ew vegeriya warê xwe Dêrsimê û amadekariyên Serhildana Koçgirî ya 6’ê Adara 1921’ê kirin. Di vê serhildanê de zêdetirî 500 kesî ji xelkê Dêrsimê şehîd bûn.
Nûrî Dêrsimî di dema Serhildana Şêx Seîdê Pîran de jî li Dêrsimê bûye, weke endamê Azadî ji nêz ve bûyeran dişopîne û li hêviyê ye ku tevî hêzên Seyîd Riza tevlî nava refên çalak ên vê Serhildanê bibe. Ji ber ku ew gelekî nêzî Seyîd Riza jî bûye. Li ser hingê, û helwêst û hizrên Seyîd Riza ew wiha dinivîse:
Li gorî hizra Seyid Riza, hêzên Kurd ên ku Elezîz dagîr kirin, êrişên ber bi Amed û Meletiyê ve sêwirandine; ji ber wê jî li benda biryara wê fermanê hat mayîn ku wê ferman bida Seyîd Rizayî da ku tevî hêzên Dêrsimê di ser Erzincanê re Sêwasê dagir bike."*
Piştî serhildana Şêx Seîd jî wî li rex Seyîd Riza karê xwe dewam kir.
Pirr caran qirrkirin dîtin
Bi zêdebûna şideta dewleta Tirk a li dijî Kurdan, Dêrsimî ji bo xurtkirina têkiliyên bi derve re, her wiha wergirtina piştgiriya ji derve, hat peywirdarkirin.
Nûrî Dêrsimî li rex Seyîd Riza û Elîşêr di berxwedana Dêrsimê ya li dijî qirrkirinê de cihê xwe girt. Di navbera salên 1937 û 1939’an de beriya ku dewleta Tirk wê bişikîne, bi roleke pirr girîng rabû. Dewletê wê demê bang li pêşengê berxwedanê Seyîd Riza kir û ew anî ser maseya danûstandinan. Dewleta Tirk danûstadin qulibandin xapê, Seyîd Riza û hevalên wî girtin û bi dar ve kir.
Li Helebê bi cih bû
Mihemed Nûrî Dêrsimî sala 1939’an ji Dêrsimê koç kir û çû Sûriyeyê. Hingê li Kirikhanê bi cih bû. Lê heman salê gava ev dever ji Tirkiyeyê re hat hiştin çû Urdinê. Herî dawî sala 1940’an li taxa Mehetet Bexdad a bajarê Helebê bi cih bû.
Dêrsimî li mala xwe ya li Helebê têkoşîna xwe ya ramyarî dewam kir û ronakbîr û rewşenbîrên Kurd hemû li hev civandin. Li wir pirtûka bi navê “Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim” nivîsî û tê de hemû sûcên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd nivîsandin û bi belge kirin. Yekem car ev pirtûk li Helebê sala 1952’an hate çapkirin.
Wî di heman demê de xîtabeke ji ciwanên Kurd re jî nivîsiye û tê de kîna li dijî qirrkirina Kurdan eşkere îfade kiriye:
Ey kurê Kurd, ey keça Kurd, dinya divê ji biryara te haydar be!
Her hebûna dixwaze bijî, divê cengê bike!
Li ser rûyê erdê her miletê dixwaze cihekî wî hebe, divê şer bike! …
Kulmek ji axa Dersimê
Nûrî Dêrsimî û ronakbîra Kurd Rewşen Bedirxan sala 1956’an Komeleya El-Marûfa we el-Teawin El-Kurdî ava kir, da ku çanda Kurdî belav bikin.
Li Sûriyeyê yekemîn partiya Kurd “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê” ku sala 1957’an hat avakirin, Nûrî Dêrsimî di nava refên vê partiyê de li rex hevalên xwe wekî endamekî rêveber cih girt û têkoşiya.
Rewşenbîr û têkoşerê Kurd Mihemed Nûrî Dêrsimî 22’yê Tebaxa 1973’yan koça xwe ya dawî kir û li Efrînê li goristana Zareta Henan hat veşartin. Wesiyeta wî ya dawî ew bû ku li rex gora hevjîna xwe were oxirkirin û pê re kulmek ji axa Dêrsimê û pirtûka wî jî hebin.
* Vet. Dr. Nûrî Dersimî. Dersim ve Kurt Milli Mucadelesine Dair: Hatiratim, Ozge Yayinlari, 1992 Ankara. r.180
NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta Tirk xwe li hestiyên wî jî ranegirt
Dewleta Tirk a dagirker, piştî ku 19´ê Adara 2018an Efrîn dagir kir, êrişî her tişta Kurd kir. Bi tirsa ji hebûna Kurdan êrişî goristana Henan a navçeya Şera jî kir. Gorên Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî jî di vê goristana li gundê Meşalê, dawiya meha Tebaxa par(2018) vekir û hestiyên tê de derxistin.
Dewleta Tirk beriya wê goristanên şehîdan li Efrînê texrîb kiribûn. Li goristana Henan jî nîveka Gulana 2018an tirbên Dêrsimî û hevjîna wî texrîb kiribûn.
Goristana Henan yek ji kevintirîn goristanên li herêma Efrînê ye û lê, gelek kesayetên welatparêz, oldar û dîrokî yên Kurd hatine veşartin. Tirba dengbêj Cemîl Horo jî li heman qebristanê ye.
Gora Dêrsimî ziyareta Efrîniyan
Li gundê Meşalê yê ser bi navçeya Şera a Efrînê gorên Nûrî Dêrsimî, hevjîna wî Ferîde Dêrsimî û biraziyê wî Mistefa Dêrsimî li goristana Henan li kêleka hev hatine çêkirin. Nûrî Dêrsimî bi xwe beriya wefata bi deh salan gora xwe ya hevjîna xwe dabû çêkirin. Wêneyekî di arşîva Mahmûd Lewendî de jî nîşan dide ku li ber vê gorê wî û hevjîna xwe sûretek jî girtiye. Heta dagirkirina Efrînê jî wê ev gor wê yek ziyaretên Efrînê bûya.
Piştî ku li Rojava Xweseriya Demokratik hat ragihandin, yanî 41 salan piştî wefata Dêrsimî, gor li serdana xelkê hat vekirin. Piştî vê jî, gora Dêrsimî bû mîna ziyareteke bîrewerî û rewşenbîriya Kurdî li Efrînê. Jixwe, li cihê mezelê wî bi xwe jî peyameke ku wî hêjayî serdanê dike hebû. Li ser gorê hêvî û daxwaza wî a vegera Dêrsimê heye weke di vêhelbesta wî de:
Dilbirinê Welat / Li ser wê rêya dijwar / Min jî kir pir hawar / Da ji bo we rojek dinya bibe gulbehar.