Fermandariya HPG’ê ya Kerkukê diyar kir ku ji bo bîranîna 27’emîn salvegera Komkujiya Helepceyê gerîlayên HPG-YJA Starê û pêşmergeyan li Kerkukê operasyoneke hevpar pêk anîye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên HPG-YJA Starê û pêşmergeyan li navçeya Daqûq a Kerkukê li dijî gundên Wehdê, Xalid û Seedê operasyoneke hevpar dane destpêkirin û got: “Ev operasyon di 16’ê Adarê de saet 5’an bi êrîşa balafirên koalîsyonê ligel çekên giran û bi êrîşên giran hatiye domandin û gundên Wehdê, Xalid û Seedê hatin rizgarkirin. Cih bi cih şer qewimîn û di demeke kurt de ev gund ji çeteyan hatiye rizgarkirin, çete neçar man birevin. Di vê operasyonê de li gundê Wehde 7, li gundê Xalid û Seedê 6 bi giştî cesedên 13 çeteyan hatine dîtin.” 


 ANF / KERKUK