Meclîsa Jinan a HDP´ê li Mersîn û Mûşê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanî, ji jinên di greva birçîbûnê de name û ji bo Leyla Guven jî kart şandin. Li Colemêrg û Şirnexê jinan qurnefîl belav kirin.

Li Mêrsînê jin li ber postaxaneya navendî ya Mersînê civiyan û wan beriya kartan bişînin daxuyaniyek da.

Li ser navê jinan, Zahîde Yavûz daxuyanî xwend û diyar kir ku desthilatdarî berxwedana Leyla Guven nabîne, lê belê jin bûne dengê Guven. Piştî daxuyaniyê jinan kart ji jinên li Meclîsê û Parlamenta Ewrûpayê re şandin.

Meclîsa Jinan a Mûşê ya HDP’ê jî bi heman armancê kart ji jinên li girtîgehan re şand. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Mûhlîse Karaguzel û namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Mûşê, Sîbel Genç jî amade bûn. Jin ji ber avahiya HDP’ê ber bi avahiya PTT’ê ve meşiyan û kart ji Leyla Guven û girtiyên jin ên li girtîgehên cuda re şandin.

Bi qurnefîlan 8´ê Adarê

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi wesîleya 8’ê Adarê qurnefîl belav kirin. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Zeynep Kayak beriya çalakiyê daxuyaniyek da û bang li jinan hemûyan kir ku da tevlî kombûna wan a li Geverê bibin.

Meclîsa Jinan a Şirnexê ya HDP’ê, jî li navçeya Basanê qurnefîl li jinan belav kirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan jî di nav de gelek jinên HDP’î ji ber avahiya partiyê heta bazara li navenda navçeyê meşiyan. Jinan li bazarê bi nîşaneya serketinê û tilîliyan çalakger pêşwazî kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN