Gelê Şirnexê bi piranî li herêma Avga Masiya ango Şernexweşê bicih bûne ku ev herêm weke sembola berxwedana dîrokî ya bajêr e. 
Şirnexiyê bi navê Abdurahîm Bartan ku 94 salên bi tekoşîna li hemberê polîtîkayên qîrkirinê ya hêzên dewletê li pey xwe hêştiye, anî ziman ku dewlet cara sêyem e êrîşa topebaranê li ser Şirnexê dike û got ku Şirnexî tu caran dest ji berxwedanê bernedane. Bartan bi lêv kir ku ew di 14 saliya xwe de êrîşên dewletê nas kiriye û wiha axivî: “Di 94 salan de gelek caran bi ser me de hatin, xwestin me winda bikin lê nikarîn. Îro carek dîn dixwazin me winda bikin. Erdogan îro dijminahiya kurdan dike û dixwaze kurd ji holê rake. Seddam jî heman tişt kir. Yên îro ji kiryarên Seddam jî xirabtir e. Lê bila bizane ku Seddam çû, em li ser piya ne.”
Bartan dest nîşan kir ku Şirnex di dîroka xwe de li hemberî dagirkeran her tim li ser piyan maye û axaftina xwe wiha domand: “Fir’ewn jî zilaman qetil dikir, jin dikir kole. Dawiya Fir’ewn çawa bû? Bi leşkerên xwe re fetisî. Her çiqas lawa kir jî ne hat efûkirin. Em ê jî heya dawiyê li berxwe bidin. Musayê her Fîravunê heye. Ji beriya niha jî hatin û nikarîn me xelas bikin. Ji vê saetê şûnde jî nikarin me xelas bikin.”




‘Daxwaza biratiyê rastî komkujiyan tê’


Ji koçberên Şernexweşê Mehmet Katar yê 85 salî jî bi gotina “Em mafê xwe dixwazîn, tiştek ji kesê naxwazîn” bertek nîşanê êrîşên hêzên dewletê da û wiha got: “Bi salan e ku qêrînên me yên biratiyê bi komkujiyê tê bersivandin. Jiyana min her tim wisa derbas bû. Sed sal in me dikujin, ev jî tên kuştin. Ev rê nagihije tû erdê. Cihê ku biratî hebe çima em tên kuştin. “


 DÎHA/ŞIRNEX