Li gorî nûçeya Metîn Yoksu ya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de Nûnerê Hewldana Parastina Heskîfê Alî Ergul gotiye, “Em israra dewletê dibînin, lê belê divê parazvanên jiyanê careke din dengê xwe bilind bikin.”
Bi girtina devikên Bendava Ilisu ya li dehma Germavê, hêdî hêdî av dide ser geliyên Botan û Dîcleyê. Çendek ma ku av bide ser Heskîfê jî. Ji ber wê nûnerê Hewldana Parastina Heskîfê Alî Ergul gazinan dike ji parazvanên mafan ji ber ku wan ji bo Geliyê Dîcleyê dengê xwe baş bilind nekiriye. Ew heq e, lê diyar e kêm e. Ji ber ku Geliyê Dîcle jî yê Botan jî ji bo tevahiya mirovahiyê ne û Heskîf mîrateya dîrokî ya dinyayê ye. Ji ber wê jî dikarî gazin bikirana ji ber ku me nekiriye qiyamet ji ber Heskîfê. Ergul bi bîr xist ku rûxandina Heskîfê û kolanên arkeolojîk bi hev re dewam dikin, agahî jî ne zelal in, nayê zanîn çi tê kirin. Ergul, diyar kir ku li Qesra Biçûk jî bi hinceta zeximkirinê di bin betonê de tê hiştin. Ergul li ser mijarê dibêje, “Li vir jî nediyariyek heye. Tiştên li Heskîfê tên kirin ji raya giştî tên veşartin. Dibe ku rûxandina hatiye kirin ji tişta em texmîn dikin jî bêhtir be.
MA/ÊLIH