Koordînasyona Heskîfê: Divê Bendava Ilisûyê û projeya HES’ê were sekinandin û devikên bendavê werin vekirin û ava hatiye gewimandin, were berdan. Em bang li hemû ronakbîr, rewşenbîr, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan dikin, werin em bi hev re ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê têbikoşin.

Koordînasyona Heskîfê got, “Bendava Ilisûyê li ser bi milyonan zindiyan û Heskîfê gefeke mezin e” û banga hestiyariyê kir. Koordînasyonê got, di nava çend mehan de av wê bide ser Heskîf û 30 girikan û banga têkoşîna hevpar li rewşenbîr, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir.

Koordînasyona Heskîfê doh daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got, “Bendava Ilisûyê û projeya HES’ê wê bi qasî 400 kîlometreyan bandorê bi milyonan zindiyan bike. Pê re jî Heskîf a ku 12 hezar salan dîroka wê heye û 300 deverên arkeolojîk lê hene, wê di bin avê de bimîne.”

Koordînasyon îşaret bi wê yekê dike ku bê hişyarkirin, av êdî li bendavê tê gewimandin û wiha dewam dike: “Di 20-22’ê Tîrmehê de bêyî ku tiştek were gotin, devikên bendavê hatine girtin û av li bendavê digewime. Ji dîmenên ji satelîtê yên di 19, 24 û 29’ê Tîrmehê de jî diyar dibe ku devikê bendavê ne ji bo ceribandinê lê mayînde hatine girtin. Gola bendavê roj bi roj ava wê zêde dibe û mirovên li vê derê nizanin ka wê av kengê bigihêje ser war û erdên wan.”

Tirkiye peymanan binpê dike

Yanî dewleta Tirk bi wî rengî tevdigere ku kesên bendav tesîrê li wan dike jî bi fikar û kakûniyan dihêle, ne wan hişyar dike, ne agahiyekê û ne jî mohletekê dide wan. Jixwe, Tirkiye bi vê peymanên navneteweyî û mafê mirovan jî bin pê dike. Koordînasyon wiha balê dikişîne ser vê rewşê: “Bi gola bendavê re derketiye holê ku Tirkiyeyê peymannameyên Neteweyên Yekbûyî bin pê kirine. Wê di nava çend mehan de Heskîf û 300 girik di bin avê de bimînin.

Werin em bi hev re têbikoşin

Divê Bendava Ilisûyê û projeya HES’ê were sekinandin û devikên bendavê werin vekirin û ava hatiye gewimandin, were berdan. Em bang li hemû ronakbîr, rewşenbîr, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan dikin, werin em bi hev re ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê têbikoşin.”

Koordînasyona Heskîfê destpêka Tîrmehê bi tevlîbûna Hewldana Parastina Heskîfê (HYG), Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK), HDP, CHP, Yekîtiya Ekolojiyê, Parastina Bajêr a Stembolê, komeleya Arkeologan, sendîkayên DÎSK û KESK, Odeya Muhendis û Mîmaran a Tirk (TMMOB) û Odeya Bijîşkan a Tirk (TTB) û tevgerên ekolojiyê hatibû damezrandin. Li dijî Bendava Ilisuyê jî 14´ê Tîrmehê bi beşdariyeke girseyî daxuyaniyek dabû çapemeniyê.

ÊLIH