Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya Fransayê ya bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber PE’yê di roja çaran de bi beşdariya bi sedan kesî re didome.

Fadime Çetinkaya 42 salî ye û zarokeke wê heye. Wê li Desimê rêveberiya HADEP´ê kiriye û di dema operasyinên KCK´ê de beriya bi 6 salan neçar maye weke penaber biçe Swîsreyê. Ew hevseroka NCDK Rappeswilê ye. Birayê wê yê mezin li hepsa Boluyê, ji 1´ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Ew jî ji beşdarên greva birçîbûnê ya 5 rojan a li pêşiya Parlamena Ewrûpayê (PE) ya li bajarê Fransayê Strasbourgê ye. Armanca xwe wiha îfade dike: “Em jî weke malbatên alakgerên greva birçîbûnê, weke jinên Kurd ya ji destê me tê em dikin. Li vir di greva birçîbûnê ya 5 rojan de cihê xwe digirim. Divê em vê têr nebînin, divê em berxwedanê xurttir bikin.

   

Leyla Guven ji vê berxwedanê re pêşengiyê dike, ev ji bo me anoreke mezin e. Elaqeya vê bi misyona Rêbertiyê dayî jinê û qedrê jin ji Rêbertiyê re digirin û dilsoziyan wan re heye. Jinek di taristanê de roniya pêşî pêdixe. Divê Leylaya Heval tenê nehêle hiştin, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê hevalên jin ên li Parlamenê.”

Tevger hêza xwe  ji ciwanan digire

Binevş Guler jî ji navçeya Mêrdînê Stewrê ye; ev 20 sal in ku li ewrûpayê dimîne. Ji ber ku red kirine bibin cerdevan ji gund neçar derketine. Ew jî ji çalakgerên greva birçîbûnê ya 5 rojî ye li Strasbourgê. Ji bo armanca çalakiya xwe ew dibêje, “Leyla Guven ev 140 (îro 141) rojên çalakiya xwe li pey xwe hiştin, û rewşa hevalên din jî giran e. Ji bo ku ew bijîn em li vir in û em ê her roj li meydan û kolanan bin. Ez nexasim bang li jinên ciwan dikim; ez nexwende me, lê li wêneyên şehîdan dinihêrim û hewl didim îdeolojiya wan fêm bikim. Vê tevgerê ev 40 sal in têkoşînên mezin li pey xwe hiştin, bila bixwînin, fêr bibin û koka xwe ji bîr nekin. Vê tevgerê ciwan dest pê kir û hêza xwe ji ciwanan digire. n STRASBOURG