Komîteyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevalê Hêvî jiyana xwe ya hunerê bi jiyana xwe ya gerîla re anî cem hev. Di huner û şanoya PKK’ê de kedek wî ya mezin hebû. Bi xebatên xwe piştgiriyek mezin da pêşveçûna şanoyê. Li çiyayan gelek lîstik nivîsî. Her ku derfet dît, lîstikên xwe pêşkêşî gel kir.
Bi şanoya xwe nêzîkatiyên azad û nû ragihand civakê. Ne tenê li ser dikê, li her qada jiyanê hunera xwe dida jiyîn. Felsefeya jiyana azad di warê hunerî de di kesayeta xwe de xist pratîkê û ne tenê xwe bi dehan hevalên xwe tevlî qadên gerîla kir û bi pratîka xwe derxist holê ku civak tê wateya nemiriyê. Şanoya Kurd îro bi hewldana şanogerên me yên şehîd li her derê ye. Ev rêhevalên me di şanoya Kurd de navê veguherîna çavkaniyên xweser in. Nirxên Kurd ên otantîk, bi nirxên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd re anîn cem hev û di avakirina jiyaneke azad û nû de bûne îfadeya xeta hunera PKK’ê.
BEHDÎNAN