Wêneyên wênekêşê amedî Mehmet Masum Suer, di çarçoveya çalakiyên çandî û hunerî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dê li sê bajarên başûrê Kurdistanêdê bên pêşandin. Pêşangehek Suer jî di dawiya meha tebaxê de dê li Amerîkayê di Mîhrîcana Çand û Hunerê de were vekirin.
Pêşangehên wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer ku ji 50 wêneyên ku Ameda qedîm û kevnar bi çand û dîroka xwe didin nasîn, dê di nav çalakiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li bajarên Ranya, Silêmanî û Maxmûrê pêk ben de bê vekirin. Pêşangehên Suer, duh li bajarê Ranya'yê hat vekirin, dê di 13’ê mehê ango îro li Silêmaniyê û 14'ê hezîranê de jî li Maxmûrê were vekirin û pêşangeh dê hefteyekê vekirî bimînin.
3 bajar 2 pêşengeh
Di çarçoveya çalakiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, komek ku jî 30 hunermendan pêk tê, di bin serokatiya Serokê Daîreya Çand û Hunerê Muharrem Cebe de derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Di çalakiyan de, dê listîka şanoyê ya bi navê ‘Xulamê Du Xwedî’ ku ji aliyê Şanoya Bajêr ya Amedê ve hatiyê amadekirin dê li sê bajaran derkeve ser dikê. Listîka ‘Xulamê Du Xwedî’ di 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de promiyera xwe pêk anî bû. Lîstika ku di sedsala 18'emîn de ji aliyê nivîskarê îtalyan Carlo Goldonî ve hatiye nivîsandin li Amedê li Navenda Çendê ya Cegerxwîn jî cara duyemîn derketibû ser dike û balek mezin kişandibû. Derhênêrê wê Ruknettun Gun e.
Pira hunerê
Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe, anî ziman ku bi başûrê Kurdistanê re têkîliyên wan ên çandî û hunerî berdewam dikin û wiha got: “Car caran hunermend û rewşenbîrên me ji Başûr tên Amedê û bajarên me yên din. Di çalakiyên me de cih digirin û çalakî û berhemên xwe bi me re par ve dikin. Vê carê jî em mêvanê wan in. Em ê bi çalakiyên xwe yên cihêreng Amedê bidin nasandin.” Cebe, destnîşan kir ku çalakî dê hefteyekê berdewam bikin.
Wênekêş Mehmet Masum Suer jî der barê pêşangehên xwe yên ku di çarçoveya vê çalakiyê de hatin vekirin de agahî dan û wiha axivî: “Li başûrê Kurdista ji ber ku cara yekem e dê pêşangehên min bên vekirin ez pir kêfxweş im. Dê tebaxê jî li Amerîkayê li paytextê eyaleta Tennessee li Nashvilleê pêşangeheke min ku ji 55 wêneyan pêk te dê vebe. Pêşangeh dê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd ku ji aliyê Enstîtuya Kurdistanê ya Çandê ve tê amadekerin vebe.”
Suer, bi taybetî wêneyên cih û warên dîrokî, çalakiyên çand û hunerî jî weke belge dikişîne. Suer, projeyekê jî arşîvkirina portreyên hunermend û siyasetmedarên Kurd jî dimeşîne. Wêneyên wî, di wêşan û xebatên şaredarî û saziyên Kurd de tên bikaranîn.
RANYA