‘Gerîla tirs berda dilê DAIŞ’ê’
Fermandarê gerîla anî ziman, ku di nava du hefteyên dawî de DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li hemberî hêzên Kurd bi taybetî jî li hemberî wan zêde kiriye û got, “Bi taybetî hêzên me yên gerîla, HPG û YJA Starê hedef digirin. Çend caran hewl dan êrîş bikin, hatin şikandin. Ji dûr ve car carna bi çekên giran şer diqewime. Niha jî şer heye. Îro jî şer rû da. Operasyonên hewayî yên hêzên koalîsyonê jî didomin.”
‘Dagirkeriya Kerkûkê gerîla asteng dike’
Fermandar Kurdistan sedema hedefgirtina mewziyên gerîla ji aliyê DAIŞ‘ê ve bi vî rengî vegot: “Hêzên me yên gerîla bi taybetî hedef digirin. Ji ber ku hem li Rojava, hem li Başûrê Kurdistanê, hem li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê gerîla tirs berda nava dilê DAIŞ’ê. Ruhê êrîşê yê hevalên me di şerê li dijî DAIŞ’ê de nîşan da, hem bawerî da gelê me, hem jî DAIŞ şikand. Di êrîşên par de kêm ma bû biketina nava Kerkûkê. Kêm ma bû santrala elektrîkê ya li herêma Keywan û herêma petrolê ya li ber Kerkûkê bi dest bixista. Aliyên Daquqê ketibû destê wan.”
‘Gerîla hevsengiya hêzê serobino kir’
Fermandarê gerîla Mazlûm Kurdistan diyar kir, DAIŞ‘ê herêmek mezin xistibû bin kontrola xwe, lê belê hêzên HPG’ê ev hevsengiya hêzê ser û bin kir û axaftina xwe wiha dewam kir: “Dost û dijmin her kes bi vê dizane. Me ev nîşan da: Dijmin kî dibe bila bibe, bi kîjan rêbaz û teknîkê bi ser me de bê bila were, eger tu xwedî ruhekî şervan û parastina gelê xwe be, eger tu weke wezîfeya welatparêzî û şoreşgerî xizmetê ji welatê xwe re dike, ti kes nikare te bisekinîne. Dijmin ev dît. Di encama têkoşîna me de DAIŞ ji gelek herêman hat derxistin û niha têra xwe dûrî Daquq û Kerkûkê ne.”
Fermandarê gerîla li ser axaftinên çeteyên DAIŞ‘ê yên bi rêya cîhazên ragihandinê, ev agahî parve kir: “Em dizanin ku çete di axaftina navbera xwe ya bi cîhazê re dibêjin, ‘yên ku li pêşiya me asteng in, gerîla ne’. Ji bo me dibêjin Pêlav Sor. Dibêjin, ‘Eger Pêlav Sor nebin, em ê heta Kerkûk, Hewlêr, Çemçemal, Silêmaniyeyê biçin’. Lewma li dijî me ewqas êrîşkar in.”
‘Gerîla dixwaze bi pêş de biçe’
Mazlûm Kurdistan da zanîn ku ew bi hêzên pêşmergeyan re li eniya herî pêş parastinê dikin, lê belê ji aliyê giştî ve koordînasyonek nîne û got, “Li holê koordînasyoneke ku em dixwazin û me ji pêşmergeyan re pêşniyar kirine, nîne. Mekanîzmayeke bi vî rengî ya fermî nîne. Lê belê di pratîkê de li eniyên herî pêş di navbera gerîla û pêşmerge de pirsgirêkek cidî nîne. Li hev guhdarî dikin, hevdu temam dikin.”‘Em dikarin Hewîce rizgar bikin.’
Kurdistan anî ziman, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, DAIŞ di dema dawî de amadekariyên mezin dike û dibe ku êrîşeke berfireh bide destpêkirin. Kurdistan diyar kir, hêzên gerîla ji rewşa heyî ya hevsengiyê aciz e, ew bi zorê gerîla disekinînin û got, “Gerîla hînê mayîna li cihekî nebûye. Hevalê me dixwazin her tim bi pêş de biçin.” Mazlûm Kurdistan destnîşan kir, ku eger hêzên koalîsyonê destekê bidin, ew dikarin bi hêzên pêşmerge re di nava 15 rojan de Hewîce ji DAIŞ‘ê paqij bikin û got, “Lê belê di halê hazir de planek ji bo rizgarkirina Hewîce yan jî gundên di destê DAIŞ‘ê de ne, nîne. Di warê fermî de amadekariya operasyoneke bi vî rengî nîne. Lê belê weke hêzên gerîla, em di hevdîtinên xwe yên bi pêşmergeyan û hêzên koalîsyonê re vê dixwazin. Em ji vê re amade ne, lê ew dibêjin piştre û taloq dikin. Em naxwazin bisekinin, em dixwazin bi pêş de biçin, bi ser dijmin de biçin.”
‘Şerê li dij DAIŞ û AKP’ê mîna hev e’
Mazlûm Kurdistan bibîr xist, ku ew xwedî tecrûbeyeke 30 salan a gerîla ne, li dijî DAIŞ‘ê wan heta niha serketinên gelekî girîng bi dest xistine û got, “Ji sedî sed wê serketin bibe ya me. Ev yek li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê hat dîtin. Li Rojava jî ruhê welatparêziyê bi ser ket.”
Di dewama daxuyaniya xwe de fermandarê gerîla Mazlûm Kurdistan berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya bi mehan e li dijî wehşeta dewleta Tirk dimeşîne silav kir û bang li ciwanên Kurd kir, ku li dora berxwedana li Bakur bibin yek. Kurdistan destnîşan kir, ku di navbera AKP û DAIŞ’ê de ti cudahî nîne û got, “Lewma di navbera HPG a li dijî DAIŞ’ê şer dike û hêzên YPS ên li dijî AKP’ê şer dikin de jî ti cudahî nîne. Banga min li ciwanên Kurd e; li dora Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Geverê li hev bicivin û zilma AKP’ê ji hev bixînin.”
‘AKP jî wê têk biçe’
Ji Fermandarên Eniya Kerkûkê yên HPG’ê Mazlûm Kurdistan diyar kir, ew ê sala 2016’an di serî de li Bakurê Kurdistanê li gelemperiya Kurdistanê bikin sala serketinê û anî ziman, ku weke gerîla ew ê bi her awayî bi berpirsyariyên xwe rabin.
Fermandar Kurdistan got, “Bila her kes vê zanibe; em ê sala 2016’an bikin sala serketinê. Dijmin bi awayekî topyekûn êrîş dike, bi rêbazên şerê taybet re dixwaze çavên me bitirsîne, lê rastî ev nîne. Çawa ku em li Rojava, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê bi ser ketin, çawa ku DAIŞ têk çû, wê AKP jî li Bakur têk biçe, Kurd wê bi ser bikeve. Lewma divê gelê me ji bo Bakur seferber bibe. Bila ti kes nekeve nava gumanan, weke hêzên gerîla ji her alî ve em ê berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bînin.”
CÎHAN OZGUR
ANF / KERKÛK