Ji malpera Diyarnameyê, Zekî Ozmen pêr bi strabêj Mirad Demir re peyivî. Mirad Demir straneke gelêrî ya ku li hin deveran weke Hey Nermê li hin deveran jî Nermo tê nasîn weke singlekê derxist. Di nava hesabên medya civakî yîn Kurdî de jî gelekî behsa vê singlê hat kirin. Strana bi hevkariya Erdem Altinses hatiye amadekirin, deng veda. Klîba singlê di nava çend rojan de bi hezaran caran hat parvekirin. Mirad Demîr ji bo bibe muzîkvan dev ji zanîngehê berdabû. Niha jî li Stenbolê debara xwe bi muzîkê dike. Zekî Ozmen yekser li dengvedana singlê pirsa xwe ji Mirad Demir dike ku vê bersivê lê vedigerîne: “Kêm zêde salek çêbû ku ez li ser covera vê stranê dixebitim û bi rastî gelek kêfxweş bûm bi helwêsta erênî ya guhdaran. Hêvîdar im dê dewama vê xebata me jî were.”
Ji ber ku demeke dirêj li ser xebitî ye, bi qewlê wî, “bila wekî quretî neyê fêmkirin lê heqeten ez jî li benda razîbûneke wisa bûm, ji ber ku tevlî hemû dost û hevalên ku alîkarî dan min, em bi kedeke bêhempa xebitîn.”
Mirad Demir sala 1992’yan li navçeya Çêlê ya ser bi Colemergê ji dayik bûye û heta zanîngehê hemû dibistana xwe jî li Colemêrgê xwendiye. Dest bi zanîngehê kiribe jî ji bo muzîkê, dev jê berdaye. Li cafeyan, konserên biçûk û li hin çalakiyan derdikeve ser dikê.
Ji Eyaz Zaxoyê heta bi Mirad Demir Nermê
Ev strana ku bi dengê Eyaz Zaxoyî li nava timamê Kurdistanê hat naskirin, li hin deveran jî weke Nermo tê nasîn ku straneke weke navê keça li ser bi newayeke nerm e. Li herêma Torê behsa trajediyekê dike ku di nava stranê de lome ji deriyan tên kirin, lewma deriyan nekariye Nermo ji bavê wê biparêzin: Hatim deryok dadayî, çûme deryok dadayî, bavêy xencer lê dayî….
Lê ev cara ewil e ku piştî salên 2000´î aranjeyeke modern a vê stranê ev qasî deng veda. Koma Sîmurg bixwe ev stran 2015´an gotibe jî, zêde di nava xelkê de belav nebû. Zekî Ozmen pirsa sira serketina singla wî jî ji Mirad Demir kiriye, caba Miradê ciwan jî wiha ye: “Bi min ev salên dawî ku medyaya civakî bi pêş ket, avantajek e ji bo kesên fena min ku zêde nayên naskirin. Lewra êdî dem ne dema berê ye ku em bêjin kesên di hemû hêlên hunerê de tên nasîn dikarin deng vedin! Şert û merc guherîne: Êdî kesên amator jî dikarin xwe bi milyonan bidin temaşekirin û îsbatkirin. Min ne bawer e ji xeynî xweşikbûyîna pora min a xelek hin stranbêj ji min bihesidin.”
Ne ez lê Erdem
Rola amadekar Erdem Altinses di singlê de jî Mirad wiha rave kiriye: “Bêhenek dibêjim, heger ev pirs wiha bûya jî dibû: Rola te çi ye li ber a Erdem Altinses a di vê singlê de… kedeke bêhempa û aqilekî kûr e Erdem Altinses. Mala wî hezar carî ava.”
Ji ber rewşa aborî jî klîbeke hêsan tercîh kirine: “Ji vir dîsa spasiyên xwe pêşkeş dikim bo ŞA Performansê ji bo sahneya xwe bi me re parve kir, spasiyeke mezin bo derhêner Aram Dildar ku bi dil û can klîba me kişand û her wisa spasiyek bo rêveberên ŞA Performansê Egît Firat û Tuncay Ozel.”
Li ser pirsa albûm yan jî single jî, ew dibêje, ew ê pêşî bi çend singlên din karê xwe dewam bike. Daxwaza wî ya mezin jî ew e ku di festîvalên mezin de derkeve ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN