
Di di dawiya hezîranê de bi beşdarî her pênç endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê DYA, Rûsya, Çîn, Îngilîstan û Franse, welatên weke Qetar, Kuwêt, Iraq, Sekreterê Giştî yê NY’yê û Kofî Annan civîneke navneteweyî ya bi navê “Koma Çalakiyê” der barê Sûriyeyê de li Cenevreyê hat lidarxistin. Di belavoka piştî civînê de hat diyarkirin divê hikûmeteke demkî ya ji hemû beşên civaka Sûriyeyê pêk tê were avakirin û divê gelê Sûriye bi xwe biryara paşeroja xwe bide. Hêjayê gotinê ye ku hikûmeta demkî pêşniyara Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan e. Ev pênşiyar niha di civîna li Qahîreyê pêk tê, tê gotûbêjkirin.
Piştgirî ji bo civîna Cenevreyê
Hevserokê PYD’yê Salih Mislim ku bi ew bi xwe jî beşdarî civîna li Qahîreyê bûye, ji kanala televîzyonê Ronahî TV ya Rojavayê Kurdistanê re axivî û civînên li Qahîre û Cenevreyê nirxand. Mislim got; “Em piştgirî didin biryarên civîna li Cenevreyê hat lidarxistin. Pêşniyara avakirina hikûmeta ji hemû beşên civakê tê wateya piştgiriya vîna gel. Her pênç endamên Konseya Ewlekariyê û hêzên din vê yekê qebûl kirine.”
'Kurdan hey ji hev heye'
Mislim diyar kir ku wana berê jî pêşniyareke wiha kiribû û got; “Me berê ji pêşniyar kiribû ku hikûmeteke hevbeş çêbibe û ji hemû aliyan pêk bê. Ger hikûmeteke wiha were avakirin em Kurd ji dê têde cih bigirin. Muxalefeta Kurdan bi giştî me ji cihê xwe di nava muxalefeta giştî ya Sûriyeyê de cih girtirye. Meclisa Gel û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriye (ENSK) me her du aliyan hay ji hev du heye.”
Daxwaza yekîtiya muxalefetê
Hevserokê PYD’ê bal kişand ser civîna li Qahîreyê ku duh dest pê kir û got; “Guhertina rejimê, avakirina komareke nû ya demokratîj, di vê yekê de dê rola muxalefetê çawa be, bi giştî têne niqaşkirin. Beşa din ji sibe tê nîqaşkirin. Tişta em dixwazin yekitî û nêzibûnek di nava muxalîfan de çêbibe. Me di komiteya amadekariyê de ji şopand. Hemû muxalîf beşdar bûn. Ji ber wê ji divê komiteyeke hevbeş ji muxalîfan were avakirin û hem çavdêriya muxalefetê û hem ji çavêdêriya beşên siyasî yên muxalefetê bike.”
Ji bo ENS'ê rexne
Mislim Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya bi hevkariya Qetar, S. Erebîstan, Tirkiye û welatên rojava hatiye avakirin jî rexne kir û got; “Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê van pêşniyaran napêjirîne. Her tim dixwazin bi tenê bimînin.” Mislim hêviyên xwe yên ji civînê anî ziman û got; “Lê em hêvî dikin ku yekitiya muxalefetê di civînê de çêbibe.”
‘Hikûmeta demkî'
Di encamnameya civîna Cenevreyê de hat ragihandin ku hemû aliyan ji bo pêkanîna aşitiya li Sûriyeyê li ser avakirina “hikûmeteke demkî” li hev kirine. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ev hikûmeta demkî ya tê behskirin, dê ji rêveberiya niha, hemû muxalîf û komên din ên Sûriyeyê pêk bên. Di encamnameyê de hatibû gotin ku dê der barê dahatûya welat de gelê Sûriyeyê bi xwe biryarê bide û divê hemû beşên civaka Sûriyeyê beşdarî pêvajoya diyalogan bibe. Her wiha hat diyarkirin ku dê sererastkirina makeqanûn sîstema edaletê ya Sûriyeyê careke din di ber çavan re were derbaskirin û dê pêşkêşê dengdana gel were kirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku dê hemû hêzên navneteweyî piştgirî bidin pêkanîna vê hikûmeta navborî.
DYA'yê mudaxeleya leşkerî xwest
Her çendî ev belavok bi deng û raya endamên Konseya Ewlekariyê ya NY û welatên din hate amadekirin, lê bi taybet daxuyaniyên DYA û Rûsyayê yên piştî vê civînê ji hev nagirin. Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton ku bi xwe beşdarî civînê bibû, ji Konseya Ewlekariyê daxwaza dayîna rayeya destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê kir û ji bo plana hat qebûlkirin got; “Divê Esad biçe.”
Rûsya: Ne hewceye Esad îstîfa bike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got ku li gorî plana aşitiyê ya NY’yê ne hewce ye ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad dest ji peywira xwe berde.
ANF/BRUKSEL
Sînor û hedê xwe bizanibin!
Tevgera Civaka Demokratîk a rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) Artêşa Azad a Sûriyeyê hişyar kir; “Tu kesek nikare li ser xaka Kurdistanê Kurdan tehdît bike.”
Hat ragihandin Artêşa Azad a Sûriyeyê ya girêdayî Emcumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya ku bi hevkariya Tirkiye, Qetar, S. Erebîstan û welatên Rojava hatiye avakirin, gef li PYD û Yekîneyên Parastina Gel ên rojavayê Kurdistanê xwarine. Hat zanîn hin rayedarên Encumana Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENSK) giliyê PYD’yê li cem Artêşa Azad kiriye. Piştî vê gefê, li rojavayê Kurdistanê hin êrîş pêk hatin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), li hemberî vê yekê ket nava liv û tevgerê. TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihad ku wana bi rêya telefonê peywendî li gel berpirsên Artêşa Azad a Sûriyeyê danîne û ji wan xwestine ku vê rewşê zelal bikin.
TEV DEM’ê ragihand ku Artêşa Azad a Sûriyeyê bersiva wan da û got; “Hin aliyên ji Encûman Niştimanî A Kurdan a Sûriyeyê giliyê xwe ji we kirin û ji me ra gotin ku Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşê meşvanên li dijî rejîma Esad ên li Efrînê û Kobanî derdikevin, her wiha ji me xwestin ku em mudaxalayê vê mijarê bikin û li ser vê bingehê me ew daxuyanî da".
Divê ENKS helwesta xwe diyar bike
Desteya Rêveber a TEVDEM’ê di daxuyaniyê de got; “Hin aliyê di Encûmana Niştîmanî a Kurdî xwestin bi vî giliyê nakokî û dubendiyên navxweyî di navber du hêzên sereke di herêmê de derbixin. Ev karê hanê berdewamiya ew planên ku di belgeyên veşartî yên Wezareta Derve ya Tirk de ji aliyê saziyên ragihandinê hatibûn weşandin e".
TEV-DEM’ê ji Encûmana Niştîmanî a Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) xwest ku helwesta xwe ya li hemberî komên çekdar ên ku êrîş birin ser saziyên Kurdan ên li Kobanî û êrîşa çekdarî ya li hemberî Endamê Meclîsa Gel a rojavayê Kurdistanê yê Efrînê Ebdo Mûrad zelal bike.
Ji bo gel bangewazî
TEV-DEM’ê di daxuyniya xwe de got"Ew aliyên ku xwe dispêrin pîlanên rêjîmên dadgiker li ser Kurdistanê tu girêdanên wan bi nasnameye Kurdekî azad re tu neye. Lê temsîla rihê koledariyê ya ku rejîmê di nav dilê wan da çandiye, dikin. Ji niha û pêve bersiva me li dij van projeyên xirab dê bi rengekî pir bi hêz be." TEV-DEM’ê banga gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê kir ku haya wan ji van planên qirêj hebin û helwesta xwe li dijî van karên xirab yên ku yekîtiya û tekoşîna gelê Kurd têk dibe nîşan bidin.
TEV-DEM’ê, Artêşa Azad a Sûriyeyê hişyar kir û xwest xwe tevlî nava karê rojavayê Kurdistanê neke. TEV-DEM’ê diyar kir ku Artêşa Azad bi vê daxuyaniya xwe dixwaze şerê navxweyî yê li Sûriyeyê belavî rojavayê Kurdistanê jî bike û got; “Divê Artêşa Azad xwe tevlî pirsgirên nava Kurdan neke û neyê lîstokan.”
'Yekemîn têkoşîna li dij rejîmê me da'
Tevgera Civaka Demokratîk a rojavayê Kurdistanê bal kişand ku tu kesek nikare tevgera azadiya Kurdan li Kurdistanê tehdît bike û got; “Gurkirina şerê di navbera muxalefetê de tenê xizmeta rêjîmê dike. Tevgera me ya yekemîn li dijî rejîmên desthilatdar tekoşiyaye û bi taybet rejîm Baas li Sûriyeyê û bi dehan şehîd ji bo azadiyê û demokrasiyê li rojavayê Kurdistanê dane. Bi sedan girtiyên me di zîndanên rejîma Sûriyeyê de hene. Tevgera me jî jî cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtiye, li her derê û em tu carî ji riya azadiyê û demokrasiyê venagerin".
Em banga hilweşîna rejîmê dikin
TEV-DEM’ê bal kişand ser nûçeyên li hemberî tevgera wan yên bi taybet di çapemeniya Tirk û hin beşên çapemeniya Kurdan tên weşandin û got; “Hin saziyên ragihandinê dixwazin bi her awayekî bidin xuyakirin ku tevgera me bi rejîmê re di nava têkiliyan de ye. Dixwazin wisa nîşan bidin ku Yekîneyên Parastina Gel meşên protestoyî asteng dikin.” TEV-DEM’ê van îdîayan bi zimanek zelal derewand û got; “Em meş û protestoyên herî xurt û bi hêz li hemberî rejîma Sûriyeyê li dar dixin. Em bi bangeke bilind banga azadî, demokrasî û hilweşîna rejîma Baasê dikin.”
ANF/QAMIŞLO