Ji bo hilbijartinan tevdîrên ewlehiyê
8 roj ji hilbijartinên parlamena Iraqê re man. DAIŞ´ê beriya niha peyamên bi deng dan û gef li hilbijartinê xwar. Hikûmeta Navendî ya Iraqê hêz şandin ser deverên ku DAIŞ dikare êrişê bibe ser wan. Hikûmetê li dijî gefên DAIŞ‘ê li Xaneqîn û derdora wê ya eyaleta Diyalayê ji bo ku ewlehiya hilbijartinê pêk bîne, Tabûra 4’an a Heşdî Şebî şande eniya li ser sînorên Baxçe û Neftxanê.
Ev dever vala man
Berpirsê Polîsan ê Xaneqînê, Diyar Şevket derbarê mijarê de got, “Sînorên Xaneqînê pirr berfireh in. Beriya niha pêşmergeyan kontrola sînor dikir. Piştî 16’ê Cotmehê, piştî ku pêşmerge vekişiya, ev dever vala man.”
DAIŞ bi rehetî dikare armancên xwe pêk bîne
Şevket got, ew dixwazin bi polîsên Diyalayê kontrola sînorê Xaneqînê bikin û domand: “Tabûra 4’an a Heşdî Şebî ji bo demekê şandin ser sînorên Baxçe, Neftxane û Kamîşelanê. Agaha ku DAIŞ wê êrişê bîne ser hilbijartinan bi dest me ket. Ji ber ku têra xwe hêz tine, DAIŞ bi rehetî dikare armancên xwe pêk bîne.”
Her wiha Tabûra 110’an a Heşdî Şebî ku ji Kurdên Feylî çêdibe, ji bo ewlehiya hilbijartinê li sînorên Sadiye û Kubaşî hat bicihkirin.
Hêzên ku li Baxçe, Neftxane, Sadiyê û Kubaşî bi cih bûn, organên çapemeniyê yên PDK’ê ji bo ku vê bike propagandaya hilbijartinê got, “Komên Bedîr, Slav ji Qesrê re, Hikme, Fetîh û Dewleta Qanûnê hêza leşkerî şandin Xaneqînê.”