Roja 6’ê adarê li eyaleta Schleswig-Holstein a Almanyayê hilbijartin pêk tên. Partiya Çepgir Seyran Papoya 23 salî ya ji navçeya Cizîra Şirnexê weke nazmeda xwe ya rêza sêyemîn nîşan da. Papo di heman demê de Seroka Baskên Ciwanan a Partiya Çepgir a Eyaletê jî ye.

Dê ji penaberan deng bixwaze  
Piştî ku namzediya Papo teqez bû, pêşî li bajarê ku lê dijî Kîelê û gelek cihên din dest bi vekirina standên xwe kir û dê xwe li van deran bide nasîn û deng ji penaberan bixwaze. Papo ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku her roja hilbijartin nêzîk dibe, ew xebatên xwe çalaktir dibke.Papo diyar kir ku ji ber ku Partiya Çepgir, partiyek li dijî şer û navê mirovan diparêze ye, ew di wê partiyê de cih digire û ev 5 sal in, di vê partiyê de peywirdar e. Seyran Papo destnîşan dike ku partiya ku herî zêde bikaribe dengê penaberan rabigihîne Partiya Çepgir e û diyar dike ku ew ger ew were hiljartin, ew ê beriya her tiştê ji bo biyanî bikaribin li Almanyayê bi zimanê xwe perwerde bibînin, bixebite.

Bernameya wê 
Papo dibêje ku ew ji ber zext û girtinan neçar man ku ji Cizîrê koçberê Îzmîrê bibin, li wir jî tenê du salan li ber xwe dan û ji wir jî berê xwe dan Almanyayê û der barê xebatên xwe yên hilbijartinê de ev agahî dide: “Konseptek a min heye û min ew ji rayedaran şand. Naveroka konsepta min perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye. Ez di vê xebatê de daxwaz dikim ku zarok heta pola 10’emîn, herî kêm hefteyê 5 demjimêran bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin. Ez ê hewl bidim ku vê bixim meriyetê. Bo mînak, ger zarokên Kurd zimanên xwe nezanin, gelek zor e ku fêrî zimanên din jî bibin. Divê li şûna zimanê duwemîn ên weke Îngilizî, zimanê zikmakî yê zarokan hebe. Zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehî nebînin, di dersên din de jî ne serkeftî ne. Ji ber wê jî zarokên ne serkeftî dişînin dibistana 'Sonder Schule'yê. Ev pêkanîneke neheq e. Ez ê hewl bidim ku pêşî li vê yekê bigirim. Ligel vê jî polîtîkayeke ji bo hevsengiyê jî heye. Divê gelên din jî û Kurd jî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdheî bibînin. Ez ê hewl bidim ku vê yekê bixim meriyetê. Ji bo ez bikaribim li Parlementoya eyaletê cih bigirim, ez pêşî jii gelê Kurd û ji gelên din piştgirî dixwazim. Ez niha têdikoşim ku bibim dengê penaberan.” 

ANF/KÎEL