Nûnerên saziyên jinan, mamoste, rojnamevan, jin û ciwan beşdarî dewreya heftane ya perwerdê bûn. Di nava pêvajoya perwerdê de pênç semîner derbarê mijarên weke; “pirsgirêkên mirov û hawirdor, hilbijartin, destûr, pêvajoya aştî û demokrasiyê hatin dayîn”. Semînera dawiyê jî li ser fîlmekê dokumentarî hate dayîn.

Roja dawiyê ya dewreya perwerdeyê bi nîqaşê derbas bû. Di beşa dawi ya perwerdê de ji aliyê Berdevkê Rêkxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan Serdar Sitar ve ji kesên beşdarî dewreya perwerdê bûyî re belgename hatin dayin. Têkildarî mijarê Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan spasiya xwe ji bo Salona Mala Wefayî kir.
Herwiha Hemwelatiyên Azad da diyar kirin kû wê heta 1’ê Îlonê heft dewreyên perwerdê li gelek bajar û navçeyên başûrê Kurdsitanê berdewam bikin û di 9’ê Îlonê dûwemîn dewreya perwerdeyê li navçeya Ranya were destpêkirin. 

DÎHA/HEWLÊR