Mamosteya ku ji kar hat dûrxistin Nazli Çîçek û peykersazê bi navê Erdal Tut ê ji Sûrê koçber bûbû, bi zimanê hevpar ê hunerê hatin cem hev û li Atolye Peykeran a ku mirov dikare xebatên alternatîf ê hunerê lê bike, gihiştin hev. 

Peykersaz Erdal Tut û mamosteya bi navê Nazli Çîçek a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatiye dûrxistin, li taxa Ofîsê ya Amedê depoyeke 80 metrekareyî veguherandin Atolyeya Peykersaziyê û kirin cihê hilberînê. Hem xebatên xwe yên ferdî lê dimeşînin, hem jî ji bo kesên elaqedar, firsendekê diafirîne. 

Amûrên vegerandinê û avêtinê bikartînin

Atolye bi zehmetiyên mezin hatiye avakirin, dîwarên wê rengîn in, deriyê wê ji kartonan hatiye çêkirin û hilberînên hunerî yên encama kar û keda destê hunermandan in, balê dikişînin ser xwe. Di atolyeyê de ku lê xebatên kolektîf tên maşandin, 6 yan jî 7 kes bi awayekî aktîf xebatan didin meşandin. Li atolyeya ku ber, kîl, metal, darên xwezayî û amûrên textîn lê tên bikaranîn, bîblo, maskeyên rû, abajûr û tablo tên çêkirin. Taybetmendiyeke din a atolyeyê ew e ku li dijî mezaxtina bê ser û ber û serfkirina zêde, amûrên ji nû ve bikaranînê û yên avêtî, bi kar tînin. Di vê çarçoveyê de rojnameyên kevin, paletên darî, bermahiyên darî yên necaran û paçên ji ber terziyan mayî, li atolyeyê wekî malzemeyên ji bo hilberînê pêwîst tên bikaranîn.

Deriyê wê ji her kesî re vekirî ye


Atolyeya ku navenda hilberîna hunerî ye, di heman demê de kesên ku elaqeyê nîşanî hunera peykersaziyê didin, fêrî çêkirina peykeran dikin, mamosteyên ji wezîfeyê hatine dûrxistin tevlî xebatan dike û cihekî alternatîf ê xebatan diafirîne, her wiha ji ber ku li dijî serfkirinê, xebata kolektîf bi pêş ve dibe û bala her kesî dikişîne. 

Roja Kurdistanê: Sembola Yekitiyê

Erdal Tut ku beriya niha li banokeya mala wî ya li Sûrê atolyeya wî hebû, ji ber qedexeya derketina derve û şer, ji vir derketibû û demekê navber dabû xebatên xwe. Tut diyar kir ku 6 salan di atolyeya xwe ya taybet a li Sûre de bi hûnera xwe tevlî gelek xebatan bûye û wiha peyivî: “Di çarçoveya van xebatan de ji bo zarokên bi tehlûkeyê re rûbirû di xizmetên civakî de min cihê xwe di atolyeyên peykersaziyê û hunerê de girt. Atolyeya Peyker hem ji bo kesên dixwazin fêr bibin cihê perwerdehiyê ye hem jî cihê rihetbûnê yê ji bo mamosteyên ku ji wezîfeyê hatine dûr xistin. Karê ku ez dikim di rastiya xwe de zimanek e. Ez hestên di dilê xwe de bi xebatên xwe didim nîşandan, wan îfade dikim. Min berhama xwe ya bi navê ‘Roja Kurdistanê’ di dema qedexe û şerê li Sûrê de bi hestên xwe yên wê demê çêkir. Min di çêkirina berhema xwe de ku yekitiyê îfade dike, kevirên bazalt ên ku ayîdî Amedê ne û kevir û berê “Onîks” ê ku min ji Rojhilatê Kurdistanê aniye û ronahiyê derbas nake, bi kar anîn.”

Tesîr li min kir 

Tut got, tiştên qewimîne tesîr li wî kirine û wiha pê de çû: “Projeyeke min ji bo Minareya Çar Ling a ku Tahîr Elçî li ber wê hatibû qetilkirin, heye. Bi hestiyarî, wê tesîr li min kir û ev proje derket holê. Di derxistina pêş a hestan de zimanê her kesî heye, yê min jî ev e, çêkirina peykeran e.”

Ji bo mamosteyan alternatîf e

Nazli Çîçek yek ji wan mamosteyan e ku bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin. Çîçek da zanîn ku di pêvajoya dûrxistinê de wan Atolyeya Peyker vekiriye û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de ez hem fêrî çêkirinê hem jî fêrî hilberînê bûm. Di vê pêvajoyê de atolye ji bo min gelek baş bû. Li vir mirov xwe nas dike. ji ber ku huner bi qasî pêwîst e, di jiyana me de tune ye. Ez li ser difikirim û dema ku dibînim enerjiya min dibe karek bi gewde dibe, ez kêfxweş dibim. Kes tên vir û dixwazin em atolyeyê veguherînin kafeyê, lê em nerazîbûnê nîşanî vê pêşniyaz didin. Ji ber ku ev der navenda hilberînê ye. Pêvajoya ku me şahidî lê kir, di ser me re bihurî, di berhemên me de xwe dide der. Di vê pêvajoyê de ku em ji peywirê hatin dûrxistin, me ji xwe re alternatîfek afirandiye û ji ber hawirdoreke azad a qada xebatê heye, ez xwe kêfxweştir hîs dikim û dibînim ku dikarim tiştekî hilberînim.”



DÎREN YURTSEVER / DÎHABER / AMED