Hunermend Loqman Selîm, ev bi salan e bi deng û stranên xwe xizmeta hunerê Kurdî dike. Selîm got, divê bi hemu hunermendên Kurd bi hev re ji bo hunerê Kurdî kar bikin û nehêlin çanda biyanî zêde bikeve nava hunerê Kurdî.

Loqman Selîm Feteh sala 1972’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, sala 1990’an dest bi hunerî kiriye. Selîm niha di Rêveberiya Muzîka Silêmaniyê de kar dike. Heta niha 4 albumên wî hene û bi dehan stranên jî din qeyd kirine ku hê jî ne kirine album. Selîm derbarê karê xwe yê hunerî de got “Dengê malbata me dengek xweşe, bi taybet dengê bavê min û du mamên min gelek xweşbûn. Ev dengxweşî bûyer nesîbê min jî. Hertim mamoste û hevalên min digotin, ji bo me stranan bêje. Axir min salên 90’î dest bi karên hunerî kir.”

Loqman Selîm ji bandora hunerê biyanî ne razî ye û dibêje: “Bandora teknolojiyê gelek e li ser huner û beşek ji civakê. Zêdetirî berhemên hunerî îro biyanî ne. Em dibînin gelek ji wan ji Farisî, Tirkî û ji derên din hatine wergirtin. Mixabin ev jî bûye sedem ku beşek ji hunerê Kurdî asîmle bibe. Divê bi em hemû bi hev re ji bo hunerê Kurdî kar bikin.

Ji bo vê rola ragihandinê nexasim gelekî girîng e. Divê her tim hunerê Kurdî were belavkirin. Wezareta Rewşenbîriyê weke pêwîst dest bi xerckirina budceyekê ji bo karê hunerî nake.”

Loqman Selîm her roj piştî ku dewama wî xilas dibe, derbasî dikana xwe ya dirunê dibe û karê dirunê dike. Loqman Selîm da zanîn ku niha du berhem di destê wî de ne û di demeke nêzîk de ew ê wan temam bike.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ